Stenbol (Rûdaw) - Bijîşkê ji Filistînê Dr. Nikola Safinî ji Rûdawê re got, "Doza Filistînê û doza Kurdan nêzîkî hev in, ew her du jî azadiyê dixwazin."
Di van demên dawî de, biyaniyên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dijîn, piştî ku Kurdan nas dikin, çand û zimanê Kurdan gelekî bala wan dikişîne.
Ev yek jî dihêle ew bixwazin hînî zimanê Kurdî bibin û pêwendiya xwe ya bi çand û zimanê Kurdî re xurttir bikin.
Dr. Nikola Safinî jî yek ji wan kesan e. Ew bi rûkenî berê xwe dide standa pirtûkên Kurdî û hewl dide bi zimanê Kurdî biaxive.
20 sal in li Stenbolê dijî
Dr. Nikola Safinî 42 salî ye û ji bajarê El-Xelîlê yê Filistînê ye. Ew ev 20 sal in li Stenbolê dijî.
Ji ber hezkirina xwe ya ji bo Kurdan û zimanê Kurdî, ew dixwaze Kurdiya xwe bi pêş bixe û serdana bajarên Kurdistanê bike.
Bijîşkê Filistînî behsa destpêka fêrbûna xwe ya zimanê Kurdî kir û got:
"Ez Nikola ji Filistînê me. Ez li Enstîtuya Kurdî û li ÎSMEKê hinekî fêrî Kurdî bûm.
Her wiha hevalên min ên ku bi Kurdî dizanin hene, wan jî alîkariya min kir. Ez hinekî hînî Kurmancî û hinekî jî Zazakî bûm."
"Her du gel jî azadiyê dixwazin"
Dr. Nikola ji ber ku doza Filistînê û ya Kurdan nêzîkî hev dibîne, demek e bi alîkariya hevalên xwe yên Kurd û bi rêya kursan hewl dide hînî Kurdî bibe.
Her çi qas Kurdiya wî hîn di asta destpêkê de be jî, hewldan û xîreta wî ya ji bo hînbûna Kurdî gelekî zêde ye.
Dr. Nikola li ser vê hezkirin û xebata xwe wiha axivî:
"Ez ji Filistînê me û ev 20 sal in ku li Tirkiyeyê dijîm. Beriya 10 salan ez çûm Enstîtuya Kurdî da ku hînî Kurdî bibim.
Hinekî hîn bûm lê dû re dem nema ku ez xwe zêdetir bi pêş bixim.
Ji Amed, Dêrsim û gelek bajarên Kurdistanê hevalên min hene.
Helbet doza Kurdan û doza Filistînê gelekî nêzîkî hev in lewra her du gel jî azadiyê dixwazin.
Jixwe ez Erebî û Tirkî dizanim, loma jî min biryar da ku ez vî zimanê şêrîn hîn bibim."
Di van salên dawî de, bi taybetî hin biyaniyên ku li Stenbolê dijîn, piştî ku Kurdan nas dikin, çand û zimanê Kurdî gelek bala wan dikşîne.
Ev yek jî dibe sedem ku ew bixwazin hînî Kurdî bibin û têkiliya xwe bi çand û zimanê Kurdan re xurtir bikin.
Ji ber vê yekê, hin ji wan bi alîkariya dost û hevalên xwe yên Kurd û hin ji wan jî bi beşdarbûna kursên Kurdî hewl didin vê zimanê şêrîn hîn bibin.


.jpg&w=3840&q=75)