Hewlêr (Rûdaw) - Helbestvan û lîstikvanê şanoyê yê Kurd Tekîn Agaçikê ku li Estonyayê hatibû desteserkirin, radestî Tirkiyeyê hat kirin.
Agaçikê ku Estonyayê daxwaza wî ya penaberiyê red kir û piştî 10 salan ew dersînor kir, şeva borî li Balafirgeha Stenbolê hat desteserkirin.
Daxwaza wî ya penaberiyê hat redkirin
Agaçik berê jî li Estonyayê daxwaza penaberiyê kiribû lê daxwaza wî hatibû redkirin.
Li ser vê yekê Agaçik li dijî biryarê derketibû û serlêdana duyemîn a penaberiyê kiribû lê rayedarên Estonyayê bi tohmeta "endamtiya PKKyê" û "endamtiya rêxistinê" biryara dersînorkirina wî da û ew radestî Tirkiyeyê kir.
Li Balafirgeha Stenbolê tê ragirtin
Piştî ku balafira wî hat Stenbolê, polîsan Tekîn Agaçik desteser kir. Kar û barên wergirtina îfadeya wî li balafirgehê dest pê kir.
Li gorî agahiyên ku parêzerên wî dane, piştî karên îfadeyê yên li balafirgehê, Agaçik dê bişînin Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê (TEM) ya Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê.
Derbarê wî 18 dosyayên cuda hene
Hat zanîn ku li Tirkiyeyê li ser Agaçik 18 dosyayên cuda hene û dê li ser wan dosyayan îfadeya wî bê wergirtin.
Ji wan dosyayan yek li ser tohmeta "endamtiya rêxistinê" ye. 17 dosyayên din jî ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî bi angaştên "heqareta li serokkomar" û "propagandaya rêxistinê" hatine vekirin.
Tekîn Agaçik kî ye?
Tekîn Agaçik 2yê Çiriya Pêşîn a sala 1972yan li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Dema ew 8 salî bû bavê wî, dema 14 salî bû jî dêya wî koça dawî kir. Ji ber xizaniyê wî tenê dibistana seretayî xwend û piştre neçar ma ku bixebite.
Agaçik di ciwaniya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kir û ji sala 1996an ve bi şanoyê re jî mijûl bû.
Ew bi zaravayê Kirmanckî yê Kurdî lîstikên stand-upê pêşkêş dike û şanoyên xwe jî bi Kirmanckî dinivîse.
Pirtûka wî ya yekem a helbestan a bi navê “Tayê Bota So, Ez Ciwîyena” (Piçekî Wêdetir Here, Ez Dijîm) payîza sala 2008an derket.
Her wiha helbest û nivîsên wî di kovarên cuda yên wêjeyî de hatine weşandin.



.jpg&w=3840&q=75)