Hewlêr (Rûdaw) - Dayîkên Aştiyê, li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê daxuyaniyeke çapemeniyê da ku ew dê 1ê Çiriya Paşîn ji bo "Nobeta Aştiyê" ji 24 bajarên cuda ber bi Enqereyê ve bi rê bikevin.
Dayîkên ku ji navendên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê kom bibin, bi armanca rawestandina şer, astengkirina aloziyên li girtîgehan û gihandina daxwazên çareseriya demokratîk berê xwe bidin Enqereyê û li wir konê aştiyê û diyalogê vedin.
Ji 24 bajaran ber bi aştiyê ve
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Dayîka Aştiyê Nezahat Teke ve hat xwendin, şandeyên dayîkan dê 1a Çiriya Paşîn demjimêr 10:00an ji Amedê û 23 bajarên din bi rê bikevin.
Dayîkan eşkere kir ku ew dê piştî gihîştina Enqereyê rasterast li ber saziyên fermî û bi taybetî li ber Wezareta Dadê konê xwe vedin û heta roja sêşemê bêyî rawestan "Nobeta Aştiyê" bigirin da ku dengê wan ji aliyê desthilat û rayedaran ve bê bihîstin.
Dayîkên Aştiyê bal kişand ser peyamên dîrokî û diyar kir ku banga ku 27ê Sibata 2025an ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatibû kirin di nava civakê de hêviyeke mezin a aştiyê afirandiye.
Dayîkan rexne li helwesta hikûmetê girt û anî ziman ku tevî derbasbûna demê jî ji aliyê dewletê ve ti gava şênber û yasayî nehatiye avêtin ku rê li ber çareseriyê veke.
Mifteya çareseriyê, rewşa girtîgehan û banga li medyayê
Dayîkên Aştiyê ragihand ku mifteya sereke ya çareserkirina pirsgirêkên Kurdan di destê Abdullah Ocalan de ye.
Dayîkan destnîşan kir ku heta azadiya wî ya fîzîkî û statûya wî ya hiqûqî neyê mîsogerkirin, yasayên nû yên ku werin derxistin jî dê bêwate û kêm bimînin, ji ber vê yekê divê şert û mercên wî werin sererastkirin û di komîsyonên çareseriyê de cih bigire.
Dayîkan her wiha bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û bi taybetî rewşa girtiyên nexweş ên ku berdana wan bi hincetên cuda û bi rêbaza "şewitandina înfazê" tê astengkirin.
Dayîkên Aştiyê destnîşan kir ku ji bo rêgirtina li derketina cenazeyan a ji girtîgehan, divê ev polîtîkayên zextê demildest bi dawî bibin.
Dayîkên Aştiyê bangî dezgehên ragihandinê û çapemeniyê jî kir ku ji zimanê şer, krîmînalîzekirin û polarîzasyonê dûr bikevin, berevajî vê, berpirsyariya xwe ya civakî bi cih bînin û zimanekî ku aştî, diyalog û lihevhatina civakî diparêze ava bikin.
Serdanên partiyên siyasî û amadehiyên pêşwazîkirinê
Şandeya Dayîkên Aştiyê di çarçoveya bernameya xwe ya li Enqereyê de, dê serdana navendên giştî yên partiyên siyasî yên li Parlamentoyê û saziyên civaka sivîl bike da ku dosyeyên xwe yên çareseriyê pêşkêşî wan bike.
Rêxistinên mafên mirovan û parêzvanên aştiyê yên li Enqereyê amadehiyên xwe qedandine da ku pêşwaziya dayîkan bikin û banga piştevaniyê li hemû aliyên demokratîk bikin ku xwedî li vê meşê derkevin.
.jpg&w=3840&q=75)


