Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 20 salên dawî de hejmara felaketên xwezayî ji sedî 100 zêde bûye.
Di rêza yekem a felaketên herî metirsîdar de barana zêde û lehî cih digirin. Piştî wan jî bager û bablîsok tên.
Li gorî amarên Birêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê, destpêka salên 2000î salane kêmtirî 400 felaketên xwezayî diqewimîn.
Ev hejmar sala 2014an gihîşt 500î û sala 2021ê jî ji 1000î derbas bû.
Sala 2023yan 1475 felaket qewimîn û ev bû rekoreke nû.
Neh mehên destpêkê yên sala 2026an jî ev hejmar derketiye 1329an.
Di van felaketan de barana zêde, lehî, teyrok, hezaz, aşût û brûskan canê gelek kesan stand.
Her wiha bûn sedema zerereke zêde ya madî.
Bîlançoya felaketên li Bakurê Kurdistanê
Li gorî amarên salên borî, li bajarên Bakurê Kurdistanê gelek felaketên giran qewimîne.
Di van felaketan de bi dehan kes mirine.
Sala 2016an: Li Amed û Wanê ji ber brûskê 9 kes mirine. Li navenda Xarpêtê û navçeya wê Paloyê 3 kes ji ber aşûtê mirin. Li Dîlokê jî çend kes ji ber gaza sobeyan jehrî bûn û mirin.
Sala 2020î: Yek ji felaketên herî mezin li Wanê qewimî. Ji ber aşûtê 41 kes mirin.
Sala 2023yan: Li Rihayê ji ber barana zêde lehî rabû. Di encamê de 21 kes mirin.
Bîlançoya karesatên li Tirkiyeyê
Li bajarên Tirkiyeyê jî bandora felaketên xwezayî gelekî giran bûye.
Sala 2016an: Li bajarên wekî Îzmîr, Nîgde û Qeyseriyê ji ber bayê lodosê çend kes bi gaza sobeyan jehrî bûn û mirin. Li Orduyê 2 kes ji ber lehiyê û li Trabzonê jî 2 kes ji ber hezazê mirin.
Sala 2020î: Li Gîresun û Bûrsayê 10 kes di lehiyê de xeniqîn.
Sala 2021ê: Felaketa herî mezin a lehiyê ya salên dawî li Kastamonu, Sînop û Bartinê qewimî. Di vê lehiyê de 97 kesan canê xwe ji dest da. Her wiha heman salê di şewata daristanan de 3 kes mirin.
Sala 2024an: Li Antalyayê kesek ji ber lehiyê mir.
Neh mehên sala 2026an: 1329 felaket
Li gorî amarên dawî, navbera mehên Kanûna Paşîn û Îlona 2026an hezar û 329 felaketên xwezayî hatine tomarkirin.
Ji van felaketan ji sedî 33 barana zêde û lehî bûn.
Ji sedî 20 bager, ji sedî 17 teyrok û ji sedî 10 jî hezaz bûn.
Karesatên mayî jî berfa zêde, aşût û brûsk bûn.
Meha Îlonê bi tenê 66 karesat pêk hatin. Nêzîkî ji sedî 36ê van karesatan jî barana zêde û lehî bûn.



