Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ji bo salvegera 103yemîn a damezirandina Komara Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir û banga avakirina "Komara Demokratîk" kir.
Hevserokên Giştî yên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan di daxuyaniya xwe ya hevbeş de tekez kir ku fikra komarê tenê li ser zemîneke demokratîk ku hemû nasname û çand tê de wekhev bin dikare bi pêş bikeve.
Di daxuyaniyê de li ser wateya welatîbûnê hat gotin:
"Yek ji sozên herî biqîmet ên fikra komarê ew bû ku bibe sedema veguherîna reiyetê bo welatiyan.
Tecrubeya ji sed salî zêdetir nîşan da ku heta ziman, nasname, çand, bawerî û ramana her kesî bi heman awayî neyê misogerkirin, welatîbûn kêm dimîne."
"Komar ji bo paşerojeke hevpar derfeteke mezin e"
Hevserokên DEM Partiyê diyar kir ku ew sala 103yan a Komarê ne tenê ji bo bîranîna paşerojê, di heman demê de ji bo nûkirina hizra li ser wî welatê ku dixwazin tê de bijîn wekî derfetekê dibînin.
Di daxuyaniyê de li ser pêşeroja Tirkiyeyê ev nirxandin hatin kirin:
"Fikra komarê îro jî ji bo wekhevî, azadî û paşerojeke hevpar derfeteke mezin e.
Rastgir, çepgir, mihafezekar, sekuler, Sunî, Elewî, Tirk û Kurd; hemû gel û bawerî xwediyên wekhev ên vî welatî ne.
Paşerojeke demokratîk jî tenê bi jiyaneke hevpar pêkan e ku em hemû bi hev re bibin xwedî mafê gotin û biryarê.
Tirkiyeyeke ku jin tê de wekhev bin, kedkar ewle û ciwan bi hêvî bijîn û hiqûq ji bo her kesî wekhev bixebite pêkan e."
DEM Partiyê di berdewamiya peyamê de got:
"Komara Demokratîk ew komar e ku kes neçar namîne bişibe kesî û rêz li îradeya gel tê girtin.
Ev di heman demê de pênaseya welatekî ye ku mirov karibin bi hev re û di nav aramiya zêdetir de bijîn.
Dadweriya serbixwe, serweriya hiqûqê, mafên gerdûnî yên mirovan, çapemeniya azad, veqetandina hêzan û demokrasiyeke bihêz a xwecihî pêdiviyên vê yekê ne."
Hevserokên DEM Partiyê destnîşan kir ku hembêzkirina nasnameyên pirreng ji aliyê Komarê ve nirxên hevpar lawaz nake, berovajî wê wan xurttir dike û da zanîn:
"Bêyî înkarkirina êşên pêşerojê lê di heman demê de bêyî ku em di nav wan de asê bimînin, derfeta vekirina rûpeleke nû di destê me de ye.
Di sedsala duyem de bila Komar berdewam, demokrasî mayînde û biratiya gelan her be."
29ê Çiriya Pêşîn Cejna Komarê çi ye?
Cejna Komarê (bi Tirkî: Cumhuriyet Bayramı) cejneke fermî ya Tirkiyeyê ye ku ji bo ragihandina Komara Tirkiyeyê ya 29ê Çiriya Pêşîn a 1923yan tê pîrozkirin.
Pîrozbahiyên salane 28ê Çiriya Pêşîn demjimêr 13:00an dest pê dikin û 35 demjimêran didomin.
Mustafa Kemal Ataturk 29ê Çiriya Pêşîn a 1923yan ragihandibû ku pergala nû ya dewletê komar e.
Piştî dengdana li Parlamentoya Tirkiyeyê, navê fermî yê dewletê wekî "Komara Tirkiyeyê" hat qebûlkirin û Ataturk jî bû serokkomarê yekem û heta mirina xwe di vê postê de ma.



