Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd Nîhat Bertan piştî 31 salan ji Girtîgeha Tekîrdagê ya Tirkiyeyê hat berdan.
Bertan di dema pêşwazîkirina xwe de xwest ku civak û gel piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê da ku hemû girtiyên siyasî azad bibin.
Kevokên spî hatin firandin
Girtiyê Kurd Nîhat Bertan sala 1995an hatibû girtin û îro piştî 31 salan ji Girtîgeha Tekîrdagê hat berdan.
Nîhat Bertan li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbata xwe, endamên Komeleya Piştgirî û Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAYDER), nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ve hat pêşwazîkirin.
Li ber girtîgehê bi minasebeta berdana wî kevokên spî hatin firandin.
"Kêfxweşiya me nîvco ye"
Nîhat Bertan li ber deriyê girtîgehê axivî û bal kişand ser hestên xwe û rewşa hevalên xwe yên girtî û got:
"Dema ez derketim min li pey xwe 12 derî hiştin. Silavên hemû hevalên me hebûn.
Yekane daxwaza hevalên me ew e ku bi gelê xwe re bibin yek û bi wan re têkoşînê bidomînin. Lê kêfxweşiya me nîvco ye, ji ber ku nîvê dilê me hîn jî li zindanan e.”
Bangî gel kir ku piştgiriyê bidin pêvajoyê
Girtiyê Kurd bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û wiha axivî:
“Îro pêvajoyek heye. Em li bendê ne ku civaka me û gelê me xwedî li vê pêvajoyê derkevin da ku hemû girtiyên siyasî werin azadkirin.
Eger îro morala me wekî girtiyan hebe, ev yek bi saya têkoşîna vî gelî ye."
Hevserokê Şaxa Tekîrdagê yê MATUHAYDERê Cahît Dîrek jî axivî û got:
"Hevalên me zêdetirî 30 salan di zindanan de berxwedaneke mezin nîşan da.
Daxwaza me ya herî mezin ew e ku di çarçoveya vê pêvajoyê de azadiya fîzîkî ya hemû girtiyan were misogerkirin û hemû bên berdan."
Berdana wî hatibû bipaşxistin
Nîhat Bertan sala 1995an li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ve hatibû desteserkirin û piştre hatibû girtin.
Di encama darizandinê de bi tohmeta "endamtiya rêxistinê û têkdana yekparçeyiya dewletê" cezayê heta hetayê li wî hatibû birîn.
Li gorî dema yasayî ya cezayê girtîgehê diviyabû Bertan Îlona 2025an bihata berdan.
Lê Desteya Birêvebirî û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tekîrdagê berdana wî carekê 7 meh û carekê jî 6 meh, bi giştî salek û mehekê bi paş xistibû.

.jpg&w=3840&q=75)

