Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel bertek nîşanî nivîsa Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum da û got, “Hûn hewl didin pêvajoyê têk bidin.”
Temel ew bi wê yekê tohmetbar kir ku dixwaze hêviya aştiyê û baweriya gelê Kurd a bi pêvajoyê ji holê rake.
"Hûn di nava hewla tehrîkkirinê de ne"
Serşêwirmendê Serokkomar û Wekîlê Serokê Desteya Polîtîkayên Hiqûqî ya Serokkomariya Tirkiyeyê Mehmet Uçum di analîzeke xwe de li ser pêvajoya nû axivî.
Ev analîza ku di ajansa fermî ya Tirkiyeyê de hat weşandin, bû cihê rexne û bertekên DEM Partiyê.
Alîkarê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi zimanekî tund bersiv da daxuyaniya Uçum û got:
"Ey Uçum! Ji bo ku ev pêvajo bi rêkûpêk bi cih neyê û îradeyeke dualî ya aştiyê çênebe, hûn ji roja yekem ve di nava hewla tehrîkkirinê de ne.
Ya herî girîng jî hûn dixwazin hêviya gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ya li ser mijarên lihevkirinê ji holê rakin."
Analîza Mehmet Uçum a li ser pêvajoyê
Mehmet Uçum analîzek bi sernavê "Êdî derbasbûna ji bo Tirkiyeyeke Bêteror nayê astengkirin" belav kiribû û gotibû:
“Ev qonax ne pêvajoyeke çareseriyê ya klasîk e. Ev ne lihevkirineke siyasî ye lê pêvajoyeke derbasbûnê ye ku bi îrade û înisiyatîva dewletê tê meşandin.”
Uçum eşkere kir ku cihê xebatê yê li Îmraliyê ji bo wê yekê hatiye amadekirin da ku Abdullah Ocalan rola xwe ya di pêvajoyê de bi cih bîne.
Wî her wiha da zanîn ku dê di qonaxên pêş de hevdîtinên rûbirû werin berfirehkirin û ev jî dê bibe beşek ji vê rolê.
"Mixetab Ocalan û birêvebir in"
Uçum daxwazên li ser "berdana Ocalan" wekî nîqaşên çêkirî bi nav kirin ku dixwazin pêvajoyê têk bibin.
Şêwirmendê Serokkomariya Tirkiyeyê gotibû, "Mixetabê pêvajoya diyalogê Ocalan, birêvebirên bi wî ve girêdayî û kadroyên din, pêkhateyên pêwendîdar û nûnerên di pêvajoya yasayî de ne.”
Wî kesên li derveyî vê çarçoveyê jî wekî aliyên "bêîrade û bêbandor" wesifandin.
Uçum destnîşan kiribû ku destûreke li ser bingeha siyaseta nasname û etnîkî di rojevê de nîne.
Şertê MGKyê yê ji bo çekdanîna PKKyê
Li gorî gotinên Uçum, nayê qebûlkirin ku mijara destûra nû bibe mercê pêvajoya diyalogê.
Wî anîbû zimên ku heta hilbijartinên 2028an derfet heye ku li Parlamentoya Tirkiyeyê li ser destûreke nû lihevkirinek çêbibe.
Mehmet Uçum nîqaşên navxweyî yên DEM Partiyê yên li ser avabûna tevgerên nû yên wekî "Komara Demokratîk" jî rexne kiribûn.
Uçum îdia kiribû ku ev nakokî dibin sedema xurtbûna siyaseta etnîkî û piştgirîdayîna êrişên neolîberal ên li dijî Tirkiyeyê.
.jpg&w=3840&q=75)


