Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneşê ragihand ku divê Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê ji budceya xwe para çalakiyên ziman û çanda Kurdî bide û got, “Zimanê Kurdî ji bo Tirkiyeyê ne metirsî ye.”
Berîtan Guneşê xwest ku birêvebiriyeke taybet a parastina ziman were avakirin.
Guneşê talankirin û Tirkîkirina stranên Kurdî wekî "sûcekî hiqûqî û mirovahiyê" bi nav kir û tekez kir ku naskirina statuyê ji bo zimanê Kurdî Tirkiyeyê lawaz nake, berovajî wê yekê bihêztir dike.
Roja înê gotûbêjên li ser budceya sala 2027an a Wezareta Çand û Geştyariyê di Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de hatin kirin.
Di civînê de li ser ziman û çanda Kurdî nîqaşên germ çêbûn.
Tevî ku Wezîrê Çand û Geştyariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nûrî Ersoy plana budceyê pêşkêş kir jî parlamenterên Kurd rexne li polîtîkayên pişaftinê û bêparhiştina Kurdî ya ji derfetên dewletê girtin.
Parlamentera Mêrdînê ya DEM Partiyê Berîtan Guneşê jî di civînê de axivî û nêzîkatiya hikûmeta Tirkiyeyê ya li hemberî zimanê Kurdî rexne kir.
Piştî civînê, Berîtan Guneş li ser daxwazên xwe yên ji bo zimanê Kurdî, hevkariya bi weşanxaneyan re û astengiyên li pêşiya muzîka Kurdî ji Rûdawê re axivî.
"Divê birêvebiriya parastina Kurdî were avakirin"
Berîtan Guneşê bal kişand ser metirsiya li ser zaravayên Kurdî û xwest ku wezaret berpirsiyariya xwe ya yasayî bi cih bîne û got:
“Li Tirkiyeyê gelek ziman, çand û nasname hene û divê ev wezaret deriyê xwe ji wan re veke.
Bi taybetî Kirmanckî û Kurmancî di lîsteya UNESCOyê de wekî zimanên li ber metirsiyê ne, loma divê Wezareta Çandê ji bo parastina wan gavên fermî bavêje.
Pêşniyara me ew e ku wezaret di bin banê xwe de birêvebiriyeke ava bike û ji bo parastina ziman bixebite.
Beriya sed salan ev ziman li ser vê erdnîgariyê bi xurtî dihat axaftin, eger îro behsa tunebûna wan tê kirin, sedema wê polîtîkayên pişaftinê ne. Divê wezaret êdî dest ji van polîtîkayan berde û derî li entegrasyona demokratîk veke."
"Stranên Kurdî dikin Tirkî, ev sûcê mirovahiyê ye"
Parlamentera DEM Partiyê bal kişand ser xerakirin û talankirina muzîka Kurdî jî.
Wê tekez kir ku dezgehên dewletê bi salan stranên Kurdî kirine Tirkî û wiha peyivî:
"Yek ji mijarên herî girîng ew e ku gelek stranên Kurdî bi destê wezaretê û wan kesên ku wezaret piştgiriya wan dike, hatine guhertin û kirine stranên Tirkî bêyî ku behsa mafê telîfê û xwediyên wan ên Kurd were kirin.
Ev sûcekî hiqûqî ye, sûcekî fermî ye û di heman demê de sûcekî mirovahiyê ye jî. Hûn nikarin di erdnîgariyeke pirreng de tenê rengekî û zimanekî bidin pêş û yên din tune bikin."
Guneşê li ser rewşa weşanxaneyên Kurdî jî got ku tevî pêwîstiya wan a mezin, wezaret ti hevkariyê bi wan re nake.
Li gorî gotina wê, li şûna piştgiriyê, weşanxane û saziyên Kurdî bi zext û girtinan re rûbirû dimînin.
"Zimanê Kurdî ji bo Tirkiyeyê ne gef e"
Berîtan Guneşê li ser pêvajoya aştiyê û mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê destnîşan kir ku bingeha aştiyê welatîbûna wekhev e û got:
"Çawa ku zarokekî Tirk bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdeyê dibîne, divê zarokekî Kurd jî li dibistanên dewletê bi zimanê dayîka xwe perwerdeyê bibîne, ev mafekî gerdûnî ye.
Di Destûra Bingehîn a ku ji serdema derbeyê maye de xalên ku nasnameyan tune dihesibînin hene.
Lê piştî ku pêvajoyek û aştiyek dest pê kiriye, divê desthilat û gelê Tirk jî bizanibin ku zimanê Kurdî ji bo wan ne asteng e û ne metirsî ye.
Berovajî wê yekê, qebûlkirin û dayîna statuyeke hiqûqî ji bo zimanê Kurdî dê yekîtî û hêza Tirkiyeyê bihêztir bike."


