Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Amerîkayê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriye û Îraqê Tom Barrack li Stenbolê bi Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên re civiya.
Tom Barrack li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser hevdîtinê daxuyaniyek da û got:
"Ji bo min şanaziyeke mezin bû ku min li perava Halîçê ya li Tersaneyê mazûvaniya Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên kir."
Barrack da zanîn ku wan qala hevkariya nêzîk û hevpeymaniya mayînde ya navbera Îraq, Amerîka û Tirkiyeyê kiriye.
Bi gotina wî her wiha wan qala wan astengiyên herêmî kiriye ku li pêşberî hemû aliyan in û ti welat bi tenê nikare wan derbas bike.
"Dîplomatekî herî rêzdar ê herêmê ye"
Barrack diyar kir ku ji bo wî şanaziyeke mezin e ku li şehrezayî û kesayetiya yek ji dîplomatên herî rêzdar ên herêmê guhdarî kiriye û got:
"Ji serdema xîlafetê ve qasid û dîplomatên Bexdayê keştiyên xwe li vî benderî girê didin. Ji ber vê yekê domandina vê hevdîtinê li vê derê ji bo min gelekî watedar bû."
"Bendergeha herî kevn a dîplomasiyê"
Barrack bal kişand ser dîroka kevnar a bendergehê û got:
"Ev der bendergeha herî kevn e li cîhanê ku bêyî navber ji bo armancên dîplomatîk hatiye bikaranîn. Li dora sala 660î ya beriya zayînê niştecihên Yunanî xwe spartin vir.
Konstantîn ev der kir bendergeha Romaya xwe ya nû û Fatih Sultan Mehmed jî ew kir deriyê împaratoriyeke cîhanî."
Barrack da zanîn ku keştiyên deryayî ji heman wê kargeha keştiyan ketine avê ku ew niha lê rawestiyane û wiha pê de çû:
"16 sedsalan her dîplomatê ku ji bo Bîzansê û paşê jî ji bo Deriyê Bilind hat şandin di bin van qubeyan de daket bejahiyê. Li rexekî balyozxane hebûn, li rexê din siltan hebû û ava navbera wan jî maseya dan û standinan bû."
"Cihê ku Rojhilat û Rojava digihêjin hev"
Tom Barrack anî zimên ku rawestana li wî cihî tê wateya rawestana li cihê ku Rojhilat û Rojava lê digihêjin hev û got:
"Ev der ew der e ku hema bêje wekî ti cihên din li şûna şer rêya diyalogê hatiye hilbijartin. Komara Ataturk ev mîrat bir pêşiyê û Tirkiye îro jî vê mîratê didomîne da ku bibe ew cihê ku her dem cîhan ji bo dîtina hev tê wir."



