Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengiz Çandar derbarê pêvajoyê got, “Pêwîstiya pêvajoyê bi bawerî û tecrubeyeke civakî heye.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Cengiz Çandar beşdarî bultena Rûdaw TVyê bû.
Cengîz Çandar pêvajoya nû, kêmasiya baweriyê ya di nava civakê de, yasaya çarçoveyê, rola Abdullah Ocalan û rûdanên li ser siyaseta Tirkiyeyê nirxandin.
"Kêmasiya herî mezin civakîbûn e"
Çandar destnîşan kir ku heta niha kêmasiya herî mezin a pêvajoyê ew e ku civakê xwedî li wê derneketiyê û baweriyeke têrker çênebûye.
Wî anî zimên ku gelê Kurd dixwaze aştî pêk bê û pêvajo bi ser bikeve lê dîsa jî gumanên cidî li ser paşerojê hene.
Çandar wiha li ser pêvajoyê axivî:
"Hemû gelê Kurd piştgiriyê dide vê pêvajoyê. Daxwaz heye ku aştî çêbibe, pêvajo bi ser bikeve û bi dawî bibe. Lê dema hûn dipirsin gelo dê bawerî hebe yan na, xelk li wir radiweste."
Çandar bal kişand ser dîroka sed salî ya Pirsgirêka Kurdan û bêhêvîtiyên di vê pêvajoyê de.
Wî got ku ev rewş bi giranî ji ber wê yekê ye ku dewletê gavên li gorî daxwazên gelê Kurd neavêtine.
Çandar diyar kir ku tecrubeyên borî rê li ber reşbîniyê vedikin û fikarên ku dê pêvajo careke din bi bêhêvîtiyê bi dawî bibe didomin.
Wî da zanîn ku dewletê hîn gavên şênber ên ku baweriyê çêbikin neavêtine lê gavên herî hêsan jî dikarin bibin alîkar ku bêbawerî ji holê rabe.
"Heta Demîrtaş azad nebe guman dê bidomin"
Çandar destnîşan kir ku ji bo nehêlana bêbaweriya di nava civakê de gava yekem a ku divê were avêtin, berdana Selahattîn Demîrtaş e.
Çandar da zanîn ku divê Demîrtaş di girtîgehê de nemîne û vegera wî ya bi awayekî azad a nav civakê dê ji bo pêvajoyê bibe nîşaneke girîng û got:
"Heta ku Selahattîn Demîrtaş wekî azad neyê nav civakê, gumanên li ser wê yekê ku pêvajo dê ji aliyê dewletê ve bi encameke erênî bi dawî bibe dê bidomin."
Çandar qala şaredarên ku ji kar hatine dûrxistin û qeyûm li şûna wan hatine danîn jî kir.
Wî bal kişand ser rewşa Hevserokê Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ku li Stenbolê ji kar hatibû dûrxistin.
Çandar got ku tevî derbasbûna demeke dirêj jî venegerandina şaredarên hilbijartî li ser karên wan, bêbaweriya di civakê de xurtir dike.
Wî her wiha daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî yên ji bo vegera Ahmet Turk bi bîr xistin.
Çandar anî zimên ku Bahçelî li ser berdana Demîrtaş jî peyamên erênî dane:
"Bahçelî çend caran navê Demîrtaş xistiye rojevê û gotiye ku berdana wî dê baş be. Her wiha Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz jî rêyên hiqûqî yên vê yekê nirxandin."
Çandar got, tevî ku Parlamentoya Tirkiyeyê dest bi serdema nû ya xebatê kiriye jî geşedanên şênber ên ku bêbaweriya di civakê de ji holê rakin hîn rû nedane û ev rewş hemû civaka Tirkiyeyê eleqedar dike.
"Baweriya min pê heye lê bi tedbîr im"
Çandar da zanîn ku nêzîkatiya wî ya ji bo pêvajoyê ji serî ve hevseng bûye û ww piştgiriyê dide pêvajoyê û bawer dike ku dê bi ser bikeve lê ji ber tecrubeyên borî bi tedbîr tevdigere û wiha domand:
"Gelo baweriya min bi pêvajoyê heye? Belê. Gelo ez piştgiriyê didim pêvajoyê? Belê. Gelo hêviya min heye ku di dawiyê de bi ser bikeve? Belê. Gelo ez bi tedbîr im? Ji wê re jî belê."
Çandar sedemên nêzîkatiya xwe ya bi tedbîr bi bêhêvîtiyên borî ve girê da û got ku divê şert û mercên siyasî yên Tirkiyeyê û nezelaliyên li Rojhilata Navîn jî li ber çavan bên girtin.
"Yasaya çarçoveyê bi 467 dengan hat qebûlkirin"
Çandar diyar kir ku ji bo paşeroja pêvajoyê yek ji rûdanên herî hêvîbexş qebûlkirina yasaya çarçoveyê ye.
Wî da zanîn ku ev yasa di dîroka parlamentoyê de bi lihevkirineke mezin hatiye pejirandin.
Yasa bi dengên 467 parlamenteran hatiye qebûlkirin û bi kesên ku beşdar nebûne re piştgiriyeke ji sedî 80î derbas kiriye.
Çandar destnîşan kir ku li ser Pirsgirêka Kurdan cara yekem e metnekî hiqûqî derketiye holê û got:
"Heta îro gotin hebû, nîqaş hebû, soz hebûn. Belge tune bû, bingeheke hiqûqî tune bû. Niha kêmasiyên wê hebin jî belgeyeke hiqûqî heye."
Çandar qebûl kir ku yasaya çarçoveyê daxwazên hemû aliyên siyasî bi cih nayîne lê got ku ev gav dikare wekî destpêkek û bingeheke hiqûqî were dîtin.
"Ji bo ketina meriyetê erêkirina MGKyê pêwîst e"
Çandar mekanîzmaya ketina meriyetê ya yasaya çarçoveyê jî şirove kir.
Wî got ku yasa ji 12 xalan pêk tê û di ketina meriyetê de tespît û piştrastkirina Komîteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ya li ser çekdanîna PKKyê diyarker e.
Li gorî agahiyên ku Çandar dane, piştî ku MGK vê tespît û piştrastkirinê ji Serokkomar re bişîne, yasa bi îmzeya Serokkomar di Rojnameya Fermî de tê weşandin û bi vî awayî dikeve meriyetê.
Çandar got ku tê çaverêkirin MGK 27ê Çiriya Paşîn bicive û heta wê demê ew li bendê ne rûdanên ku derfetê bidin vê tespîtê pêk bên.
Rola DEM Partiyê di pêvajoyê de
Çandar bersiva wan rexneyan da ku DEM Partiyê wekî navbeynkareke di navbera Îmralî û dewletê de dibînin.
Çandar got ku DEM Partî di navbera dewlet û Abdullah Ocalan de ne navbeynkareke rasterast e û Ocalan rasterast bi rayedarên dewletê re hevdîtinan dike.
Wî bi bîr xist ku birêvebiriya PKKyê jî eşkere kiriye ku wan bi dewletê re rasterast hevdîtin kirine û rû bi rû bi Ocalan re civiyane loma ji bo van têkiliyan rasterast pêdivî bi DEM Partiyê nîne.
Lê Çandar destnîşan kir ku rola sereke ya DEM Partiyê cuda ye û got:
"Ji ber pêgeha partiyê ya li parlamentoyê û rola wê ya di temsîliyeta siyasî ya civaka Kurd de, divê ew di vegotin û civakîkirina pêvajoyê de rola sereke bilîze."
Wî anî zimên ku Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê çûye Îmraliyê û bi partiyên cuda re hevdîtin pêk anîne lê armanca van têkiliyan ne navbeynkarî ye, tevkariya ji bo pêşveçûna pêvajoyê ye.
"Divê Abdullah Ocalan xwedî statuyekê be"
Çandar bal kişand ser daxuyaniyên Devlet Bahçelî yên ku digot divê Abdullah Ocalan bi wesfekî an bi statuyekê di pêvajoyê de rol bigire.
Çandar anî zimên ku Bahçelî ev mijar bi israr xistiye rojevê û nirxandin hene ku Ocalan di paşerojê de di koordînasyona pêvajoya aştî û siyasîbûnê de cih bigire û got:
"Tê payîn Ocalan di paşerojeke nêzîk de serokatiya binekomîteyeke aştî û siyasîbûnê bike û erkê koordînasyonê bigire ser milê xwe."
Çandar li ser rola Ocalan got ku birêvebiriya PKKyê di daxuyaniyên xwe yên dawî de diyar kiriye ku stratejiya têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî bûye lê ji bo ku ev daxuyanî li qada hiqûqî encam bigirin, divê yasaya çarçoveyê bikeve meriyetê.
Qonaxa nû ji bo kesên çek danîne
Çandar diyar kir ku bi ketina meriyetê ya yasaya çarçoveyê re, ji bo vegera li Tirkiyeyê û tevlîbûna pêvajoyê qonaxeke nû dest pê dike.
Wî anî zimên ku di çarçoveya yasayê de sê kom dê derkevin pêş û got:
“Kesên ku di qonaxa têkoşîna çekdarî de cih girtine û dikarin vegerin Tirkiyeyê, kesên ku ji ber tohmetên bi PKKyê re di girtîgehan de ne û dikarin sûdê ji yasayê wergirin, û kesên li sirgûnê dijîn.”
Çandar got piştî ku yasa bikeve meriyetê ev kes dikarin di nava 6 mehan de serlêdanê bikin û vegera wan pêkan bibe.
Li gorî texmînên ku Çandar dane, hejmara gerîlayan zêdetirî 5 hezarî ye, hejmara girtiyan di navbera 3 hezar û 900 û 4 hezarî de ye, û hejmara kesên li sirgûnê jî zêdetirî 10 hezarî ye.
Çandar destnîşan kir ku nirxandina rewşa hiqûqî ya ew qas mirovan pêdivî bi organîzasyoneke berfireh heye û got:
"Ji bo ku ev yasa bikeve meriyetê û di heyama 6 mehan de pêk bê, divê Abdullah Ocalan bi xwe bikeve dewrê."
Pirsgirêkên qada demokratîk
Çandar hişyarî da ku pirsgirêkên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê dikarin bandoreke neyînî li ser pêvajoyê bikin.
Wî rexne li operasyonên li dijî şaredariyan, astengiyên li ser medyaya civakî û zextên li ser dezgehên medyayê yên wekî T24 û Bianetê girt.
Çandar got ku wî ev mijar li parlamentoyê jî anîne zimên û bêdengkirina dengê civakê dê pêşveçûna pêvajoyê zehmettir bike.
Her wiha da zanîn ku krîza aborî û darayî ya giran li gel rûdanêên siyasî dikare pêvajoyê dijwartir bike.
Gelo dê pêdiviya Erdogan bi DEM Partiyê hebe?
Çandar destnîşan kir ku paşeroja pêvajoyê û hisabên hilbijartinê bi hev ve girêdayî ne û got:
"Eger Serokkomar Erdogan ji bo hilbijartinê pêdivî bi piştgiriya DEM Partiyê bibîne ev dê bibe xaleke diyarker. Eger Erdogan ji bo hilbijartinê pêdivî bi dengên Kurdan bibîne, girîngiya DEM Partiyê dê zêdetir bibe."
Çandar bi bîr xist ku di axaftina vekirina parlamentoyê de ji aliyê Erdogan ve du xalên sereke derketin pêş: Pêvajoya nû û destûra nû.
"Xalên 42 û 66an ên destûrê girîng in"
Çandar got ku di nîqaşên destûra nû de ji bo DEM Partiyê bi taybetî xalên 42 û 66an girîng in.
Wî diyar kir ku xala 66an a li ser pênaseya hemwelatîbûnê ji bo wekheviya Kurdan girîng e û xala 42yan jî bi perwerdeya bi zimanê dayîkê re têkildar e.
Çandar anî zimên ku nêzîkatiya DEM Partiyê ya ji bo destûra nû ew e ku mafê welatîbûna wekhev a Kurdan garantî bike û astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayîkê rake:
"Eger Erdogan sozeke bi vî rengî bide ev mijar dikare were nirxandin, ji ber ku pênaseya hemwelatîbûnê û perwerdeya bi zimanê zikmakî ji bo paşeroja pêvajoyê gelekî girîng in."


