Hewlêr (Rûdaw) - Di ser komkujiya 10ê Çiriya Pêşîn a 2015an a li ber Gara Enqereyê re 11 sal derbas bûn ku tê de DAIŞê bi du êrişên xwekujî mîtînga "Ked, Aştî û Demokrasiyê" kiribû hedef.
Ji bo bibîranîna qurbaniyên komkujiyê, bi banga DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û Komeleya 10ê Çiriya Pêşîn (10 Ekim-Der) li Enqereyê merasîmeke bibîranînê hat lidarxistin.
Beşdar li ber derketina ji Metroyê ya Ulusê li hev civiyan û ber bi Gara Enqereyê ve meşiyan.
Siyasetmedar û malbat tevlî bûn
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, parlamenterên DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryaki, Saruhan Oluç û Ozturk Turkdogan, Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, parlamenterên CHPyê Sezgîn Tanrikulu û Alî Mahîr Başarir beşdarî bîranînê bûn.
Di meşê de malbatên kesên ku di komkujiyê de hatibûn kuştin li pêşiya kortejê meşiyan û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û gelek welatî tevlî bûn.
Girseya ku gihîşt ber Gara Enqereyê, demjimêr 10:04an rêz li 104 canan girt.
Pişt re navên 104 kesên ku di êrişê de hatibûn kuştin yek bi yek hatin xwendin.
“Êşa me nû ye, hêrsa me zindî ye”
Beriya bîranînê ji aliyê DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û 10 Ekim-Derê ve daxuyaniyeke hevpar hat belavkirin.
Di daxuyaniyê de hat bibîranîn ku 11 sal berê ji bo parastina aştiyê ya li hemberî şer, parastina kedê ya li hemberî mêtingeriyê û parastina demokrasiyê ya li hemberî zextê xelk li ber Gara Enqereyê li hev civiyabû.
Daxuyaniyê bal kişand ser armanca mîtîngê û tê de hat gotin:
"Em ji bo Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê bi hev re bûn. Di encama êrişa xwekujî ya DAIŞê de 104 heval, rêheval û canên me hatin kuştin.
Zêdetirî 500 hevalên me birîndar bûn. 11 sal derbas bûn; êşa me wekî roja pêşî nû ye, hêrsa me wekî roja pêşî zindî ye."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 10ê Çiriya Pêşîn ne tenê komkujiyek e; wê êrişê xwestiye aştî, diyalog, mafên kedkaran û vîna jiyana li welatekî demokratîk bike hedef.
Banga darizandina berpirsan
Saziyan destnîşan kir ku aştî tenê bi bêdengbûna çekan pêk nayê, aştî edalet, wekhevî û vîna bihevrejiyanê jî dihewîne.
DÎSK, KESK, TMMOB, TTB û 10 Ekim-Derê ragihand ku ew dê ji bo eşkerekirina hemû berpirsên komkujiyê û darizandina wan karmendên dewletê yên ku xemsarî kiriye têkoşîna xwe bidomînin.
Daxuyanî bi vê peyamê bi dawî bû: "Em ê teqez Tirkiyeyeke ku ked, aştî û demokrasî lê serdest be ava bikin. Bijî Têkoşîna Me ya Ked, Aştî û Demokrasiyê!"



