Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ragihand ku pêvajoya çareseriyê bi rengekî saxlem berdewam dike û bûye polîtîkaya dewletê û got, "Di pêvajoya aştiyê de Koordînatorê Siyasîbûnê mafê kesê li Îmraliyê (Abdullah Ocalan) ye."
Devlet Bahçelî da zanîn ku divê daxuyaniyên 27ê Sibata 2026an piştgiriyê bibînin û Tirkiye vê polîtîkaya xwe bidomîne.
Bahçelî li enqereyê beşdarî vekirina dema perwerdeyê ya Dibistana Siyasetê ya MHPyê bû û li wir pirsên rojnamegeran ên li ser rojevê bersivandin.
Wî destnîşan kir ku xebatên li ser pêvajoya çareseriyê di atmosfereke saxlem de tên meşandin û ev pêvajo êdî veguheriye polîtîkaya dewletê.
Bahçelî komîteyên ku li Parlamentoyê hatine avakirin û rêziknameyên yasayî yên li ser pêvajoyê bi bîr anîn û got ku divê komîteyên di çarçoveya yasayê de hatine avakirin dest bi karên xwe bikin.
"Koordînatoriya siyasîbûnê mafê kesê li Îmraliyê ye"
Devlet Bahçelî bersiv da pirsên rojnamegeran ên li ser rewşa dawî ya pêvajoya çareseriyê û anî zimên ku xebat bi rêkûpêk bi pêş ve diçin.
Bahçelî bi bîr xist ku yasaya çarçoveyê ya li ser pêvajoyê bi piraniya dengan li parlamentoyê hatiye pejirandin û got ku divê komîteyên di vê çarçoveyê de dest bi xebatên xwe bikin.
Bahçelî bal kişand ser wê yekê ku divê berpirsiyarî bi wan kesên ku dixwazin di van komîteyan de cih bigirin were dayîn.
Devlet Bahçelî got ku pêvajo êdî “veguheriye polîtîkayeke dewletê” û li pey çû:
"Tirkiyeyê mesafeyên girîng birîne. Li Parlamentoyê komîte ava bûn.
Yasa bi rêjeyeke gelekî bilind hat pejirandin û ket meriyetê. Niha divê di çarçoveya wê yasayê de hinek komîte werin avakirin û dest bi xebatên xwe bikin.
Ji têkoşîna li dijî terorê veger nîne. Divê her kesê ku ji vî welatî hez dike bi rihê biratiyê tevbigere.
Di pêvajoya aştiyê de Koordînatorê Siyasîbûnê, heqê kesê li Îmraliyê ye.
Divê em daxuyaniyên wî yên hêja yên 27ê Sibata 2026an ên li ser bidawîanîna tundiyê qebûl bikin û wekî civakê bi piştgiriya tam piştrast bikin ku Komara Tirkiyeyê vê polîtîkaya xwe bidomîne."



