Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyona li ser Şaredariya Çeşmeyê ya Îzmîrê de ji 12 kesên ku di nav wan de birêvebir û xebatkarên şaredariyê jî hebûn, 10 kes hatin girtin.
Divê were gotin ku Seroka Şaredariya Çeşmeyê Lal Denîzlî beriya niha tevlî Partiya NÛ (Yenî Partî) bûbû û birêvebiriya şaredariyê ji destê CHPyê derketibû.
Bi koordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Çeşmeyê, tîmên Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê (TEM) ya Fermandariya Cendirmeyan a Îzmîrê li dijî Şaredariya Çeşmeyê operasyonek pêk anî.
Di çarçoveya lêpirsînê de, bi tohmetên "avakirina rêxistina sûc, birêvebirin û endamtiya wê", "bertîl", "îrtîkap (bikaranîna peywirê ji bo berjewendiyan)" û "sextekariya di belgeyên fermî de" biryara desteserkirinê ji bo 12 kesan hat dayîn.
Birêvebirên payebilind di nav girtiyan de ne
Di encama biserdegirtinên cendirmeyan de; Alîkara Seroka Şaredariya Çeşmeyê E.C.D., Wekîlê Birêvebirê Karên Fenî F.Y., Wekîla Birêvebirê Îmar û Bajarvaniyê B.S., Wekîla Birêvebirê Emlak û Îstîmlakê Ç.B., Alîkarê berê yê Seroka Şaredariyê O.G., Endazyarê Avahîsaziyê yê Birêvebiriya Îmarê O.A., karmend û xebatkarên ofîsa ÇEŞTURê (D.S.Y., A.M., A.A.) û her wiha xwediyê kargehekê Y.G., emlakkar Ş.O. û xwediyê pansiyonekê M.A. hatin desteserkirin.
Her 12 gumanbarên ku 7ê Çiriya Pêşîn hatibûn desteserkirin, piştî bidawîbûna kar û barên wan ên li Fermandariya Cendirmeyan, 9ê Çiriya Pêşîn şabdin Dadgeha Çeşmeyê.
Piştî îfadeyên li dozgeriyê, ji gumanbaran 11 kes bi daxwaza girtinê û kesek jî bi daxwaza kontrola dadî derketin pêşiya Dadgeha Silh û Ceza.
Dadgehê biryara girtina 10 kesan da. Alîkarê berê yê Seroka Şaredariyê O.G. û karmendê ÇEŞTURê D.S.Y. jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.
Paşxana siyasî ya operasyonê balê dikişîne
Bajarê Çeşmeyê bi salan e wekî keleheke Partiya Komarî ya Gel (CHP) dihat zanîn û şaredarî di destê CHPyê de bû.
Lê beriya niha bi demeke kurt, Seroka Şaredariya Çeşmeyê dev ji partiya xwe berdabû û tevlî Partiya NÛ bûbû.
Bûyera derbasbûna seroka şaredariyê ya nav partiyeke din û dû re pêkanîna vê operasyona li dijî tîm û birêvebiriya wê, di qada siyasî de bû sedema nirxandinên cuda.



