Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê 5 kesên ku bi şev gule li dibistanekê reşandibûn bi biryara dadgehê hatin girtin.
Hat dîtin ku li navçeya Etîmesgutê ya Enqereyê 4 gule li deriyê dibistanekê ketine û qalikên guleyan li erdê mane.
Li ser agahdarkirinê, tîmên Gerînendehiya Ewlehiyê ya Enqereyê dest bi lêkolîneke berfireh kir.
Tîman dîmenên kamerayan ên berî û piştî bûyerê, tevgera otomobîlan û rêyên wan lêkolîn kirin.
Di encama xebatên qadî de nasnameya kesên ku êriş pêk anîbû, wesayît û çekên wan hatin destnîşankirin.
Gumanbar hatin girtin
Di encama lêpirsînê de kesên bi navên B.T, H.D, M.A.K, G.Ç. û S.M. yên ku êriş pêk anîbû hatin desteserkirin.
Her pênc gumanbar piştî kar û barên li gerînendehiya ewlehiyê sewqî edliyeyê hatin kirin û ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wan hat dayîn.
Hat zanîn ku çeka ku di êrişê de hatiye bikaranîn jî li ser banê malekê hatiye dîtin û polîsan dest daniye serê.
Demên dawiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê êrişên li ser dibistanan zêde bûne.
6ê vê mehê jî li Stenbolê bi kêrê êrişî lîseyekê hatibû kirin û di vê êrişê de xwendekarek miribû û 7 xwendekar jî birîndar bûbûn.



