Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku piştî gavên dawî yên vekişîna gerîlayên PKKyê ya ji Tirkiyeyê êdî ti hincet nemane û divê pêvajoya çareseriyê ji niha û pê ve bi lez bi rê ve biçe.
Ayşegul Doganê îro piştî civîna Desteya Birêvebiriya Navendî ya partiya xwe, li navenda giştî ya DEM Partiyê ya li Enqereyê civîneke çapemeniyê saz kir û derbarê bipêşketinên dawî yên pêvajoya çareseriyê û bûyerên herêmî daxuyaniyên girîng dan.
Banga ji bo Komîsyona Şopandinê ya Parlamentoyê
Berdevka DEM Partiyê bang li Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş kir ku xebatên avakirina Komîsyona Şopandinê ya Parlamentoyê bi lez temam bike û wiha got:
"Pêwîst e Komîsyona Şopandinê ya ku di yasayê de hatiye destnîşankirin bi beşdariya hemû partiyan û bi rêbazeke piralî bê avakirin.
Serokê Parlamentoyê Birêz Kurtulmuş divê serdanên xwe yên li gel partiyên siyasî zû temam bike, pêşniyaran wergire û prensîbên kar ên vê komîsyonê bi raya giştî re parve bike."
"Mercên têkoşîna siyasî ya demokratîk hatine bicihanîn"
Doganê bal kişand ser daxuyaniya dawî ya Birêvebiriya Tevgerê (PKK) ya li ser vekişandina hêzên çekdar ên ji Tirkiyeyê û valakirina tunelên Metînayê û diyar kir ku hemû mercên têkoşîna siyasî ya demokratîk hatine bicihanîn.
Doganê destnîşan kir ku divê ji niha û pê ve hemû nediyariyên li ser pêkanîna yasaya çarçoveyê bi dawî bibin û agahî bên dayîn ka dê deste û jêrkomîsyon çawa bixebitin.
Wê her wiha bal kişand ser rola Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû:
"Rola koordînatoriyê ya Birêz Ocalan pir girîng e û divê mercên tevlîbûna wî ya çalak bên dabînkirin. Pêvajo bi rawestandinê na, tenê bi gavên nû dikare bi pêş ve biçe."
Hevdîtinên Heyeta Îmraliyê berdewam dikin
Ayşegul Doganê da zanîn ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê hevdîtinên xwe yên li gel Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz, rayedarên Koma AK Partiyê û aliyên siyasî yên din didomîne da ku ev diyalogên pêvajoyê xurttir bibe.
Doganê di heman demê de rexne li berdewamiya girtina şaredar û rojnamegeran girt û xwest ku li gorî ruhê vê serdema nû gavên antîdemokratîk bi dawî bibin.
Derbarê bûyerên Hisîçayê hişyariya provakasyonê
Berdevka DEM Partiyê amaje bi aloziyên vê dawiyê yên li parêzgeha Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê jî da û diyar kir ku li wê derê hewlên provakasyonê û êrişên li ser Kurdan tên dîtin.
Doganê anî ziman ku her gelê li wê derê li ser axa xwe dijî, mafê wan ê jiyaneke wekhev heye û dikare sembolên xwe bi kar bîne.
Doganê bangî hemû aliyên rayedar kir ku berpirsyariyê bigirin ser xwe û wiha lê zêde kir:
"Hisîçayê îro ji pêvajoyeke gelekî hesas û girîng re derbas dibe. Em dibêjin li wê derê li şûna hewlên provakasyonê divê mesele her çi be bi rêya diyalogê û danûstandinê bê çareserkirin.
Divê ev bûyerên hanê mezin nebin û ti gel neyên pêşberî hevdu."



