Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê serdana apê xwe Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan kir.
Omer Ocalan derbarê serdanê de peyamek belav kir û got, “Tenduristiya Birêz Ocalan baş e û silavên wî ji bo gelê me û her kesî hene.”
Hevdîtina li Girava Îmraliyê
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku parêzeriya Abdullah Ocalan dike, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
Buroyê ragihand ku Abdullah Ocalan îro li Girava Îmraliyê bi endamên malbata xwe re hevdîtinek pêk aniye.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê her wiha da zanîn ku girtiyên din ên li Îmraliyê jî di çarçoveya "serdana malbatê" de bi endamên malbatên xwe re civiyane.
Yek ji kesên di nav şandeya serdanker de Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bû ku biraziyê Abdullah Ocalan e.
"Rewşa tenduristiyê ya Birêz Ocalan baş bû"
Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê hevdîtinê de ev agahî parve kirin:
"Îro di çarçoveya serdana malbatê de me li Girtîgeha Girava Îmraliyê li gel Birêz Abdullah Ocalan hevdîtinek pêk anî.
Birêz Ocalan di dema hevdîtina me de derbarê pêşketinên giştî yên siyasî de nirxandin kirin.
Rewşa tenduristiyê ya Birêz Ocalan baş bû. Gelek silavên wî ji bo gelê me û her kesî hebûn."



