Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê li Parlamentoya Tirkiyeyê Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Celal Adan re civiyan.
Heyeta DEM Partiyê ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol pêk dihat.
DEM Partiyê derbarê vê hevdîtina girîng de daxuyaniyeke fermî da û destnîşan kir ku civîn di çarçoveya bipêşxistina pêvajoya aştiyê de pêk hatiye.
"Li ser pêngavên qonaxa bê nêrîn hatin guhertin"
DEM Partiyê di daxuyaniya xwe de got:
"Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol li Parlamentoyê li gel Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî û Alîkarê Serokê Parlamentoyê Celal Adan hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtinê de li ser bipêşketinên herî dawî yên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wan gavên ku dê di qonaxa bê de bên avêtin, nêrîn bi hev hatin guhertin."
Piştî peyama ji bo Ocalan civiyan
Ev civîn piştî wê yekê hat ku Devlet Bahçelî di resepsiyona vekirina Parlamentoyê de silavên xwe ji Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re şandibûn.
Her wiha roja pêncşemê birêvebiriya Koma AK Partiyê jî li ser avakirina Komîsyona Şopandinê ya Parlamentoyê li gel heyeta DEM Partiyê civiyabû.

.webp&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
