Hewlêr (Rûdaw) - Abdullah Ocalan îro li Girava Îmraliyê bi endamên malbata xwe re hevdîtinek pêk anî.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê vê serdanê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya buroyê hatiye parvekirin de hat ragihandin ku Abdullah Ocalan îro li Girava Îmraliyê bi endamên malbata xwe re hevdîtinek pêk aniye.
Girtiyên din jî bi malbata xwe re hevdîtin pêk anî
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di daxuyaniya xwe de got ku her wiha girtiyên din ên li Îmraliyê jî di çarçoveya "serdana malbatê" de bi endamên malbatên xwe re civiyane.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê derbarê serdanan ev agahî parve kirin:
"Muwekîlên me yên din birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar, birêz Ergîn Atabey, birêz Mahmut Yamalak û birêz Zekî Bayhan jî îro bi endamên malbatên xwe re hevdîtin pêk anîne."
Hate ragihandin ku malbat piştî serdanê ji Girava Îmraliyê vegeriyane.
.webp&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)
