Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Başakşehîrê ya Stenbolê li dibistaneke navendî ya "Îmam Xetîbê" di êrişeke bi kêrê de 8 xwendekar birîndar bûbûn, yek ji wan xwendekaran li nexweşxaneyê mir.
Piştî êrişê, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û xwendekarên birîndar veguhastin Nexweşxaneya Çam û Sakurayê.
Li gorî agahiyên dawî, yek ji wan xwendekarên birîndar tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin.
Wezîrê Tenduristiyê ya Tirkiyeyê Kemal Memîşoglû ragihand ku dermankirina birîndarên din berdewam dike û rewşa du xwendekaran hîn jî giran e.
Perwerde hat sekinandin
Wezîrê Perwerdeyê Yusuf Tekîn eşkere kir ku ji bo lêkolîna bûyerê du mufetîşên perwerdeyê hatine erkdarkirin û şandeyeke di bin serokatiya alîkarê wezîr de çûye Stenbolê.
Wezaretê ragihand ku tîmên piştgiriya psîkososyal dest bi xebatên rehabîlîtasyonê kirine û li wê dibistanê perwerde du rojan hat sekinandin.
Hûrgiliyên lêpirsînê û qedexeya weşanê
Piştî ku peywirdara ewlehiyê ya jin di demek kurt de kêr ji destê êrişkar girt, polîsan ew xwendekara keç desteser kir û lêpirsîna li ser bûyerê ji aliyê rayedarên dadî û îdarî ve bi berfirehî hat destpêkirin.
Li aliyê din, bi biryara Dadgeha Cezayê ya 3yem a Stenbolê derbarê bûyerê qedexeya weşanê hat danîn.



