Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî diyar kir ku divê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan careke din bibe namzed û xwest ku hilbijartinên giştî sala 2028an bên kirin.
Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de axivî û siyaseta navxwe ya Tirkiyeyê, nîqaşên li ser "demokratîkbûn û pêvajoya aştiyê", bipêşketinên herêmî û rojeva hilbijartinê nirxandin.
Banga hilbijartinê ya ji bo sala 2028an
Bahçelî li ser namzediya Erdogan peyameke zelal da û got ku mayîna Erdogan a li ser postê xwe ji bo Tirkiyeyê “gelekî girîng e.”
Serokê MHPyê got, "Namzedbûna ducare ya Birêz Serokkomarê me ji bo Tirkiye û miletê Tirk bi xêr e."
Bahçelî destnîşan kir ku divê hilbijartin di dema xwe de bên kirin û Parlamentoya Tirkiyeyê biryara nûkirina hilbijartinan bide da ku hilbijartin sala 2028an bê kirin.
Pêvajo
Bahçelî di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoyê û got ku divê ev pirsgirêk bi awayekî mayînde were çareserkirin.
Serokê MHPyê anî zimên ku bidawîanîna tundiyê ji bo “yekîtî û yekparçeyiya Tirkiyeyê” xwedî girîngiyeke stratejîk e.
Wî her wiha diyar kir ku armanca vê pêvajoyê “tenê bi polîtîkayên ewlehiyê ne sînordar e” û ew pêvajoyeke berfireh e ku pêwendiya wê bi paşeroja Tirkiyeyê re heye.
Devlet Bahçelî xwest ku PKK û pêkhateyên wê çekan deynin û Tirkiye bi temamî ji gefan rizgar bibe û bang kir ku rê nedin sabotekirina vê pêvajoyê.


