Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ji bo diyarkirina endamên Komîsyona Şopandinê ya pêvajoya çareseriyê ji komên partiyan re name şand û ji wan xwest ku heta 30ê Çiriya Paşîn a 2026an navên parlamenteran bigihînin Serokatiya Parlamentoyê.
Li gorî “Yasaya Bihêzkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekbûna Civakî” ya ku meha Tebaxa îsal di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de hatibû derxistin, dê ji bo şopandina pêvajoya çareseriyê Komîsyona Şopandinê bihata avakirin.
Komîsyona Şopandinê ya di bin banê Parlamentoya Tirkiyeyê de dê ji 19 endaman pêk were.
Saet 17:00an a roja duşemê dema dawî ye
Numan Kurtulmuş ji bo diyarkirina navên endamên komîsyonê ji komên AK Partî, Partiya NÛ, DEM Partî, MHP, ÎYÎ Partî, CHP û Partiya Rêya Nû re name şand.
Kurtulmuş ji partiyan xwest ku heta roja duşemê 30ê Çiriya Paşîn a 2026an saet 17:00an navên endamên komîsyonê bigihînin Serokatiya Parlamentoyê.
Partiya NÛ û ÎYÎ Partî endaman nadin
Li gorî mezinahiya koman dê di komîsyonê de 9 parlamenterên AK Partiyê, 3 parlamenterên Partiya Nû, 2 parlamenterên DEM Partiyê, 2 parlamenterên MHPyê û ji CHP, ÎYÎ Partî û Partiya Rêya Nû jî ji her yekê parlamenterek cih bigire.
Li hêla din Partiya NÛ û ÎYÎ Partiyê ragihand ku ew endaman nadin komîsyonê.



