Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Hevpeymaniya Parastinê ya Mekeyê di civîneke awarte de li Riyadê sekreterê giştî yê yekem ê hevpeymaniyê destnîşan kir.
Di daxuyaniyeke hevbeş de ku di dawiya civîneke awarte ya Komîteya Stratejiya Siyasî û Parastinê ya hevpeymaniyê de îro hat weşandin, hat gotin ku komîteyê biryar daye ku gavên pratîkî yên demildest biavêje da ku erkên parastinê yên hevbeş bi cîh bîne.
Ev bi girtina tedbîrên pêwîst ji bo dabînkirin û bi lez bicihkirina hêz û şiyanên leşkerî li Erebistana Siûdî tê kirin.
Armanc ew e ku amadebûna leşkerî û kapasîteya kolektîf ji bo rûbirûbûna gefan were xurtkirin.
Di civînê de, her sê welatan (Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistan) bi awayekî herî tund ew hewldanên ku armanca wan lêdana her du bajarên Meke û Medîneyê bû, li gel berdewamiya êrişên li ser bajar û saziyên sivîl û aborî yên Erebistana Siûdî şermezar kir.
Tirkiye û Pakistanê redkirina her cure destdirêjî û gefên li ser yekparçeyiya axa Erebistana Siûdî ragihand û pesnê "amadebaşî, profesyonelî û jêhatîbûna" hêzên çekdar ên Erebistana Siûdî da ku li hemberî êrişan li ber xwe didin.
Erkdarkirina Sekreterê Giştî yê Yekem
Wekî hewleke ji sazûmankirina hevpeymaniyê, welatên endam biryar da ku generalê malnişîn ê Pakistanî Nûman Mehmûd wekî sekreterê giştî yê yekem ê Hevpeymaniya Parastinê ya Mekeyê ji bo sê salan were erkdarkirin.
Erebistana Siûdî, Tirkiye û Pakistanê di daxuyaniyê de wiha got, "Ewlehiya her dewleta endam beşeke yekgirtî ya ewlehiya kolektîf a her sê welatan e."
Wan her wiha diyar kir ku veguherandina peymana Mekeyê ya bi gavên pratîk û leşkerî, dilsoziya wan a ji bo parastina hevpar destnîşan dike, ev gav eşkere dike ku her sê welat di parastina serwerî û yekparçeyiya axa endaman de bi biryar in.
Hêzên hikûmeta Yemenê ragihand ku wan îro, ber bi Senaya paytext ve operasyoneke leşkerî daye destpêkirin.
Hikûmeta Yemenê eşkere kir ku hêzên wan bi piştgiriya Erebistana Siûdî, kontrola de fakto li ser tengava Babulmendebê sepandiye, her wiha diyar kir ku şer û pevçûnên li gel çekdarên Hûsî yên li herêmê didomin.
Her wiha, hêzên çekdar ên hikûmeta Yemenê ve ragihand ku wan bajarê benderî yê Mexayê yê li Deryaya Sor piştî ku meha îlonê ketibû destê çekdarên Hûsî, ji nû ve kontrol kiriye.



.webp&w=3840&q=75)