Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê li Romaya paytexta Îtalyayê li ser rewşa Îraq û Sûriyeyê civîneke taybet kiriye.
Civîn li ser asta berpirsên siyasî û dîplomatên bilind hat lidarxistin.
Di civînê de hevpeymanan bidawîhatina erkê "Operasyona Vîna Polayî" ya li Îraqê wekî serkeftineke hevbeş ragihand.
Wan soza dabînkirina zêdetirî 75 milyon dolarî ji bo her du welatan ducare kir.
Civîn 1ê Çiriya Pêşîn bi hevserokatiya Îtalya û Amerîkayê hat lidarxistin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, endamên Koalîsyonê ji ber serkeftina operasyona leşkerî ya hevpeymanan a di lawazkirin û têkbirina DAIŞê de pîrozbahî li Îraq û Sûriyeyê kir.
Koalîsyonê amaje pê kir, "Bidawîhatina erkê hevpeymanan ê li Îraqê nûnertiya serkeftina rasteqîn a hewldanên hevbeş û rijdiya hikûmeta Îraqê dike. Ev yek ji bo berdewamkirina berpirsyariyên wê yên ji bo rêlibergirtina derketina DAIŞê ya ji nû ve ye."
Rewşa Sûriyeyê
Li ser Sûriyeyê jî, Koalîsyonê hebûna hevbeşekî li Şamê bi girîngî nirxand ku metirsiyên DAIŞê nas dike û ji bo nehiştina wê gefê li ser xebata hevbeş a bi hevpeymanan re rijd e.
Her wiha hat tekezkirin, "Ewlehiya berdewam a li her du welatan bi xurtkirina saziyên niştimanî yên serwer ve girêdayî ye ku nûnertiya hemû pêkhateyan bikin."
Beşdarên civînê pêbendiya xwe ya darayî ya bi bihayê zêdetirî 75 milyon dolarî ragihand.
Ev pere dê ji bo piştgiriya pêdiviyên dijîterorê yên li Sûriyeyê, zêdekirina şiyana desteserkirin û girtîgehan were terxankirin.
Her wiha dê ji bo berdewamkirina xizmetguzariyên tenduristiyê û alîkariya koçber û girtiyên li her du welatên Îraq û Sûriyeyê were bikaranîn.
Li gorî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, di dema civînê de hikûmeta Sûriyeyê karên xwe yên sereke yên di warê têkoşîna li dijî terorê û kêmasiyên xwe yên ji bo piştgiriya navneteweyî de nîşan dan.
Li hemberî vê yekê hikûmeta Îraqê berdewamiya rola xwe ya serkêşiyê ya ji bo têkbirina DAIŞê ducare kir.
DAIŞ: Ji derketinê heta têkçûnê
Rêxistina DAIŞê ji valahiya ewlehiyê û aloziyên şerê navxwe yê Sûriyeyê sûd wergirt û destpêka sala 2013an bi awayekî fermî derket holê.
Destpêka sala 2014an bajarê Reqayê kontrol kir û kir paytexta xwe ya defakto ya li wî welatî.
Destpêka sala 2014an DAIŞê li parêzgeha Enbarê dest bi berfirehbûnê kir lê guherîna mezin Hezîrana 2014an rû da.
Wê demê di êrişeke bilez de bajarê Mûsilê û paşê jî beşeke berfireh a parêzgehên Nînowa, Selahedîn, Diyala û Kerkûkê kontrol kir.
Dawiya meha Hezîrana 2014an li Mizgefta Nûriyê ya li Mûsilê, Ebûbekir Bexdadî bi awayekî fermî "dewleta xîlafetê" ragihand.
Ev xîlafet li wan herêman bû ku rûberê wan nêzîkî sêyeka axa her du welatan bû.
Piştî operasyonên berfireh ên Hêzên Pêşmergeyan, artêşa Îraqê, Heşdî Şabî û bi piştgiriya asmanî ya Koalîsyona Navneteweyî, Tîrmeha 2017an Mûsil ji nû ve hat kontrolkirin.
Serokwezîrê wê demê yê Îraqê Heyder Ebadî 9ê Kanûna Pêşîn a 2017an bi awayekî fermî "bidawîhatina şer û paqijkirina temamiya axa Îraqê" ya ji DAIŞê ragihand.
Çiriya Pêşîn a 2017an bajarê Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve bi piştgiriya hevpeymanan ji nû ve hat kontrolkirin.
Têkçûna yekcarî û jidestdana temamiya axê 23yê Adara 2019an bû.
Wê demê pêgeha dawî ya DAIŞê ya li gundê Baxozê yê li rojhilatê Sûriyeyê hat kontrolkirin û dawî li desthilata cografîk a xîlafeta wan a li herêmê hat.

.webp&w=3840&q=75)
