Hewlêr (Rûdaw) - Hat ragihandin ku Amerîkayê ji bo parastina tesîsên petrol û gaza xwezayî yên li Erebistana Siûdî û Qeterê du bataryayên din ên Patriotê şandine herêmê.
Li gorî nûçeya malpera Axiosê ya ku xwe dispêre çavkaniyên ku nexwestiye navê wan were eşkerekirin, Amerîka dixwaze piştrastiyê bide Qeter û Erebistana Siûdî.
Amerîka dixwaze ku eger Serok Donald Trump careke din êrişî Îranê bike, tesîsên girîng ên enerjiyê yên van her du welatan ji aliyê pergalan ve bên parastin.
Dilgiraniyên Siûdî û Qeterê
Destpêka meha tebaxê dema ku Trump êrişeke mezin a li ser binesaziya enerjiya Îranê plan dikir, Erebistana Siûdî û Qeterê dilgiraniya xwe anîbû zimên.
Her du welatan diyar kiribû ku ew dilgiran in ku Îran wekî bersiv êrişî tesîsên wan ên petrol û gaza xwezayî bike.
Rayedarên Amerîkayî da zanîn ku li ser vê yekê Trump li şûna êrişa leşkerî, biryar daye ku guvaşa aborî ya li ser Îranê zêde bike.
Bataryayên zêde hatin şandin
Amerîkayê meha borî ji bo parastina tesîseke girîng a petrolê ya li Erebistana Siûdî bataryayeke Patriotê şandibû.
Her wiha ji bo parastina tesîsa gaza xwezayî, bataryayeke din a Patriotê jî ji Qeterê re hat şandin.


