Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî got ku hêzên Îranê li bi sedan baregehên leşkerî yên Amerîkayê xistiye.
Ebas Eraqçî ji raporekê rûpelek parve kir ku derbarê Operasyona Hêrsa Destanî pêşkêşî Kongreya Amerîkayê hatiye kirin.
Ev rûpela ku Eraqçî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kiriye derbarê windahiyên di Operasyona Hêrsa Destanî de ye û dema di navbera 1ê Nîsana 2026an û 30ê Hezîrana 2026an de dihewîne.
Eraqçî destnîşan kir ku angaştên bi rengê “Îran bê parastin e” ne rast in û got:
"Rastî ev e: Li bi sedan baregehên leşkerî yên Amerîkayê hat xistin, bi dehan balafir bûn xwelî (Çavkanî: Pentagon).
Ev hîn tenê rastiyên li ber çavan in. Dema ku pêwîst bû em dê her tiştî eşkere bikin. Rewş ji bo kesên ku derewan li ser Îranê belav dikin dê ne xweş be.”



