Hewlêr (Rûdaw) - Rayedarên Umanê dibêjin ku lêgerîna li du deryavanên winda didome. Ev yek piştî wê tê ku li Tengava Hurmizê êrişî keştiya wan hatiye kirin û ji ber vê yekê agir bi keştiyê ketiye.
Navenda Ewlehiya Deryayî ya Umanê Xê daxuyaniyek da.
Navendê diyar kir ku ew serpereştiya pîvajoya kişandina keştiya petrolê "ELGAIA"yê ya ber bi benderên Umanê ve dike.
Ev yek piştî wê hat ku tîman agirê jûra motorê ya keştiyê kontrol kir. Ew jûr ji ber êrişekê şewitîbû.
23 deryavan hatin rizgarkirin
Navendê her wiha destnîşan kir ku keştiyeke leşkerî ya Hêzên Deryayî yên Şahane yên Umanê 23 endamên tîma keştiyê rizgar kirin û tedawiya pêwîst ji wan re dabîn kir.
Di heman demê de pêvajoya lêgerîna li du karmendên din ên keştiyê ku heta niha winda ne didome.
Êriş bi 'tiştekî nenas' hatiye kirin
Her çend Umanê bi awayekî eşkere dema êrişê diyar nekiribe jî, Desteya Operasyonên Bazirganî yên Deryayî ya Brîtanyayê berê zanyarî parve kiribûn.
Desteyê dabû zanîn ku şemiyê keştiyek li Tengava Hurmizê ji ber lêketina "tiştekî nenas" şewitiye.
Di heman demê de şirketa Vanguard Tech a Brîtanî ya taybet bi ewlehiya deryayî êriş piştrast kir.
Şirketê eşkere kir ku şemiyê keştiyeke petrolê ya bi alaya Panamayê hatiye armanckirin.
Her wiha Hêzên Deryayî yên Umanê dest bi rizgarkirina tîma keştiyê kiriye.
Tengava Hurmizê bûye qada aloziyan
Tengava Hurmizê ya stratejîk di vê heyamê de bûye qada êriş û aloziyên leşkerî.
Sedema sereke ya vê yekê aloziyên di navbera Amerîka û Îranê de ne.
Ev rewş bûye sedema rawestana beşeke berçav a çûn û hatina keştiyên bazirganî yên li vî xetê avî yê girîng ê cîhanê.



