Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand ku piştî peymana di navbera Îran û Umanê de jî Tengava Hurmizê venabe.
Ebas Eraqçî got, "Şertê Îranê yê ji bo vekirina tengavê, vegera Amerîkayê ya ser pêbendiyên wê yên di peymana Îslamabadê de ye."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî îro di hevpeyvînekê de ji medyayeke Erebî re axivî.
Wî da zanîn ku peymana bi Umanê re bi ti awayî nayê wateya vekirina Tengava Hurmizê.
Rojeva civîna li Umanê
Eraqçî amaje bi civîna duşemê ya di navbera Îran û welatên Kendavê de kir ku dê li Umanê bê lidarxistin.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê eşkere kir ku rojeva civîna sibe "rêya deryayî ya nû ya Tengava Hurmizê ye."
Eraqçî her wiha anî zimên, "Em dê hûrgiliyên peymana xwe ya bi Umanê re û nexşeyên peywendîdar ên rêya nû pêşkêşî welatên beşdar bikin."
"Ewlehiya herêmê li ser milê welatên herêmê ye"
Wezîrê Karên Derve yê Îranê hişyarî da ku welatên herêmê bixwe berpirsiyarên ewlehiyê ne û got:
"Îran di wê baweriyê de ye ku berpirsiyariya dabînkirina ewlehî û aramiya herêmê tenê li ser milê welatên herêmê ye.
Em hêvîdar in ev guftûgo ji bo şêwirên paşerojê yên li ser wan mijarên ku cihê girîngiya welatên herêmê ne rê xweş bikin."
Ajansa Nûçeyan a Tesnîmê ya nêzîkî Artêşa Pasdaran ji zarê çavkaniyekî agahdar belav kir ku li gorî lihevkirina Îran û Umanê "Tengava Hurmizê bi temamî venabe, tenê zemîn ji bo vekirina wê tê amadekirin."
Îranê ragihandiye ku ew dê beşdarî civîna wezîrên karên derve yên welatên peravên Kendavê û Deryaya Umanê bibe.
Li gorî planê ev civîn duşemê li bajarê Selaleyê yê Umanê bi lidarxistin.
Helwesta welatên Kendavê
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Îsmaîl Beqayî roja înê ragihandibû:
"Dê li ser encamên dan û standinên Îran û Umanê yên derbarê diyarkirina rêyeke ewle ya ji bo bazirganiya geştiyan ya li Tengava Hurmizê guftûgo bê kirin."
Li aliyê din, Wezareta Karên Derve ya Behreynê ragihand ku ew dê beşdarî ti civîna ku Îran lê hebe nebe.
Li gorî hinek raporan jî, Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê beşdarî vê civînê nabe û eger heye ku berpirsekî di asteke nizmtir de bişîne Umanê.



