Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê ragihand ku pirsgirêka wan bi welatên herêmê re nîne û pirsgirêka wan bi baregehên Amerîkayê re ye.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan her wiha da zanîn ku ew bi Erebistana Siûdî re ne di şer de ne û pirsgirêkên Hûsiyan bi xwe hene.
Mesûd Pizîşkiyan bi medyaya Hindistanê re axivî û got:
"Pirsgirêka me bi Erebistana Siûdî re nîne. Pirsgirêka me bi welatên herêmê re nîne.
Pirsgirêka me bi baregehên Amerîkayê re ye ku li wan welatan hatine bicihkirin û ji wir êrişî me dikin."
28ê Sibatê Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kir û Îranê jî bi êrişkirina ser welatên cîran bersiv da.
Hinceta berpirsên Îranê ya ji bo wan êrişan, hebûna baregehên leşkerî yên Amerîkayê yên li wan welatan bû.
"Em bi Erebistana Siûdî re ne di şer de ne"
Mesûd Pizîşkiyan li ser pêwendiyên bi Erebistana Siûdî re jî got.
"Em bi Erebistana Siûdî re ne di şer de ne û pirsgirêkên taybet ên Hûsiyan bi xwe hene."
Hûsî wekî komeke çekdar a nêzîkî Îranê tê dîtin.
Wan 3yê Îlonê ji bo kontrolkirina tevahiya beravên rojavayê Yemenê dest bi operasyonekê kiriye.
Ji wê demê ve Hûsiyan çend caran êrişî Erebistana Siûdî û wan hêzan kiriye ku nêzîkî Erebistana Siûdî ne.
Hûsî, Erebistana Siûdî bi wê yekê tohmetbar dikin ku di 10 rojên borî de 129 caran êrişî wan kiriye.
Mercê vekirina Tengava Hurmizê
Serokkomarê Îranê li ser Tengava Hurmizê jî wiha axivî:
"Roja duşemê, wezîrên karên derve yên welatên Ereban ên ku dixwestin em bi hev re şer bikin dê bi Umanê re bicivin.
Ew dê hewl bidin li ser Tengava Hurmizê bigihêjin peymanekê û dê rêxistineke navneteweyî ya taybet bi vê mijarê were ragihandin.
Loma, di çarçoveya prensîbên navneteweyî de ev rêya avî tê vekirin lê bi wî mercî ku Amerîka dawî li dorpêça xwe û çalakiyên xwe yên tirsonek bîne."
Îranê ji 2yê Adarê ve tengav li ber keştiyan girtiye.
Li gorî Rêxistina Navneteweyî ya Veguhastina Deryayî, beriya şer rojane 20 milyon bermîl petrol di wê tengavê re ber bi bazarên cîhanê ve dihat hinartin.
Ji wê demê ve rojane bi navînî kêmtirî milyonek bermîl petrol hatiye hinartin.
Amerîkayê ji 14ê Tîrmehê ve dorpêç xistiye ser benderên Îranê.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, wan ji wê demê ve berê herî kêm 100 keştiyên ku dixwestin dorpêçê bişkînin guheriye.



