Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di çarçoveya dorpêça deryayî ya li ser Îranê de rêya 100 keştiyên bazirganiyê hatiye guhertin.
Ev amar tenê ya 2 mehên dawî ye ku dorpêçê ji nû ve dest pê kiriye.
CENTCOMê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dorpêça Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ya li Tengava Hurmizê bê navber didome.
"Bêyî destûra me ti keştî derbas nebûne"
Di daxuyaniya CENTCOMê de wiha hat gotin:
"Amerîkayê dorpêça xwe ya wekî 'dîwarê pola' ya li dijî Îranê ji nû ve da destpêkirin.
Di nava 60 rojên borî de hêzên CENTCOMê rêya 100 keştiyên bazirganiyê guhert.
Bêyî destûra hêzên Amerîkayê tenê keştiyek jî ji dorpêçê derbas nebûye."
Peyman hatibû rawestandin
Dorpêça deryayî ya Amerîkayê ya li ser Îranê destpêkê 13ê Nîsanê hatibû destpêkirin.
Piştre di navbera her du welatan de peymanek hatibû kirin û dorpêç 18ê Hezîranê hatibû rawestandin.
Lê belê piştî ku zemîna peymanê ji holê rabû artêşa Amerîkayê 14ê Tîrmehê ragihand ku wan dorpêça deryayî ji nû ve daye destpêkirin.
Li gorî daxuyaniya dawî ya CENTCOMê, piştî destpêkirina dorpêçê di maweyê 60 rojan de rêya 100 keştiyên bazirganiyê hatiye guhertin.



