Enqere (Rûdaw) - Kongreya 5emîn a Asayî ya DEM Partiyê li Enqereyê hat lidarxistin û di kongreyê de guhertineke zêde çênebû.
Berpirsên DEM Partiyê da zanîn ku ev kongre ji ber pêwîstiyên qanûnî hatiye lidarxistin û kongreya wan a mezin dê meha adarê were kirin.
Di encama kongreyê de endamên nû yên Meclisa Partiyê hatin diyarkirin lê hevserokên giştî nehatin guhertin û li ser karê xwe man.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di kongreyê de axivî û got, "Me 'Tevgera Komara Demokratîk' daye destpêkirin."
Her çendî di kongreyê de guhertinên bingehîn nehatibin kirin jî ev kongre wekî destpêka guhertina DEM Partiyê û amadekariyên kongreya mezin tê dîtin.
"Ev kongre destpêka kongreya mezin e"
Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî diyar kir ku ew di rojên dîrokî re derbas dibin û got:
“Em dikarin bibêjin Kurdistan û Tirkiye di serdemeke girîng re derbas dibin û em jî kongreya xwe di serdemeke wiha de dikin.
Dibe ku ev ne kongreya mezin û ya guhertinê be jî lê ev kongre destpêka kongreya mezin e."
Parlamenterê DEM Partiyê Kamuran Tanhan jî hêviyên xwe wiha anîn zimên:
“Em hêvî dikin ku kongreya me ya mezin ji bo demokrasiya Tirkiyeyê bibe çareseriyek. Ev kongre wekî gava beriya kongreya me ya mezin e.”
Guhertinên di Meclisa Partiyê de
Di encama kongreyê de lîsteya endamên Meclisa Partiyê hat guhertin.
80 kes wekî endamên meclisê hatin hilbijartin.
Ji wan 80 kesî, 32 kes cara ewil ketin nav birêvebiriyê û 48 endam jî li ser karê xwe man.
DEM Partî bi vê lîsteyê xwe ji bo kongreya mezin amade dike ku biryar e meha Adarê bê lidarxistin.
Daxwazên Dayîkên Aştiyê
Dayîkên Aştiyê jî tevlî kongreyê bûn û daxwazên xwe anîn zimên.
Dayîka Aştiyê Xezalê got, “Em serokê xwe dixwazin, em aştiya serokê xwe dixwazin.
Em zimanê xwe û mafê xwendina bi zimanê xwe dixwazin.”
Dayîka Aştiyê Gulbaharê jî daxwazên xwe bi van gotinan bi lêv kirin:
“Em serokê xwe li derve dixwazin. Em erdê xwe, axa xwe dixwazin. Em serbilind in û em mafên xwe dixwazin.”
Dê di adarê de guhertinên mezin çêbibin
Li gorî agahiyan, DEM Partî dê di kongreya meha adarê de navê partiyê, hevserokan, bername, rêzikname, endamên meclisan û desteyên birêvebir biguherîne.



.webp&w=3840&q=75)