Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Cengîz Çandar, kongreya partiya xwe wekî "kongreya sivderê" pênase kir.
Çandar diyar kir ku yasaya nû ya çarçoveyê "gaveke dîrokî ye da ku Kurd bibin şirîkên avakar ên Komara Tirkiyeyê."
Cengîz Çandar di kongreya partiya xwe de ji Rûdawê re axivî.
Çandar bipêşketinên dawî yên di pêvajoya siyasî de û bandorên yasayê yên li ser herêmê nirxandin.
"Ev kongreyeke sivderê ye"
Çandar diyar kir ku kongre li gorî Qanûna Partiyên Siyasî pêwîstiyeke yasayî ye lê ji aliyê demê ve xwedî girîngiyeke krîtîk e.
Wî anî zimên ku ji kongreya dawî ya 2023yan û vir ve, guherînên mezin çêbûne ku bandorê li paşeroja Tirkiye û herêmê dikin.
Çandar got, "Em niha ketin sala duyem a vê pêvajoya ku Mijdara 2024an dest pê kiribû û qanûnek derket.
Divê ev kongre guherîn û veguherîneke guncav a li gorî rewşa nû nîşan bide. Ji ber vê yekê, ev kongreyeke sivderê ye."
"Têkoşîna biçekê di warê hiqûqî de bi dawî bû"
Çandar destnîşan kir ku yasaya çarçoveyê ya ku li Parlamentoyê hatiye qebûlkirin xaleke werçerxanê ya dîrokî ye.
Wî diyar kir ku yasa tê wê wateyê ku hebûna çekê ya 50 salî ya PKKyê di warê hiqûqî de bi dawî bûye.
Çandar ragihand ku dê bi bicihkirina yasayê re bi hezaran kes ji girtîgehan derkevin, ji çiyê dakevin û ji sirgûnê vegerin.
Cengîz Çandar got, "Qada beşdariya xwezayî ya vê girseyê ya ku dê êdî siyasetê ne bi çekan lê bi rêyên demokratîk bimeşîne, bin banê vê partiyê ye."
"Li pêşiya me şeş mehên bi kelecan hene"
Çandar nêrînên xwe yên derbarê kongreya mezin a ku tê plankirin meha Adarê were lidarxistin parve kirin û diyar kir ku divê pêşî encamên pratîk ên yasaya çarçoveyê bên dîtin û wiha pê de çû:
"Dê bi karkirina yasayê re zelal bibe bê ka dê kî werin, dê pêvajo çawa bimeşe û dê keşûhewayê siyasî yê Tirkiyeyê ber bi kîjan alî ve biçe. Li pêşiya me şeş mehên bi kelecan hene."
Li Parlamentoyê lihevkirina mezin
Cengîz Çandar bal kişand ser qebûlkirina yasayê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê ya bi 467 dengên rekor.
Wî anî zimên ku ev rewş ji bo adaptasyona saziya siyasetê ya li ser pêvajoyê nîşaneyeke xurt e.
Çandar daxuyand ku lihevkirina li parlamentoyê ya ku ji sedî 80yî zêdetir e, îsbat dike ku mesele ne tenê ya DEM Partiyê ye lê meseleya hemû Tirkiyeyê ye.
"Kurd dibin şirîkên avakar ên Komarê"
Çandar qala bandorên yasayê yên li ser statu û pêgeha herêmî ya Kurdan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
"Ew rêya ku dê bi vê yasayê vebe, bi gotina Ocalan 'pêngava yekem a rêya hezar kîlometreyî ye'.
Ev tê wê wateyê ku li Tirkiyeyê Kurd dibin şirîkên avakar ên dewlet û Komarê û dikevin nava pergala hiqûqî.
Jixwe li Îraqê di nava avahiyeke federal de şirîkatiya Kurdan heye, li Sûriyeyê jî ber bi pêvajoyeke bi vî rengî ve diçe.
DEM Partî wekî nûnera siyasî ya Kurdan vê rolê dilîze lê ev yasa hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo herêmê xwedî wateyeke gelekî berfirehtir e."

.webp&w=3840&q=75)
