Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partî dê sibe li Enqereya paytexta Tirkiyeyê kongreya xwe ya 5emîn a mezin li dar bixe.
Kongre di qonaxeke girîng a pêvajoya aştiyê, çekdanînê û entegrasyona PKKyê de pêk tê.
Tê payîn ku di kongreyê de li ser rêxistina partiyê û siyaseta qonaxa nû peyamên girîng werin dayîn.
Kongre saet 10:00an dest pê dike
Kongreya 5emîn a Mezin a DEM Partiyê dê sibe saet 10:00an li Enqereya paytexta Tirkiyeyê dest pê bike.
Di kongreyê de dê organên partiyê werin hilbijartin.
Her wiha dê rêziknameya partiyê jî werin nirxandin.
DEM Partiyê kongreya xwe ya dawî ya asayî Çiriya Pêşîn a 2023yan li dar xistibû.
Ev kongre ji ber mecbûriyetên qanûnî tê lidarxistin.
Li gorî agahiyan, nayê çaverêkirin ku di nav birêvebiriya partiyê de guhertinên bingehîn çêbibin.
Tê çaverêkirin ku hevserok dîsa werin hilbijartin
Tê texmînkirin ku Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari di kongreyê de ji nû ve werin hilbijartin.
Tê gotin ku di Komîteya Birêvebiriya Navendî (MYK) û Meclîsa Partiyê (PM) de dê tenê hinek guhertinên sînordar çêbibin.
Amadehiya kongreyeke berfireh
Tê diyarkirin ku kongreya 6ê Îlonê dê zêdetir wekî destpêka pêvajoya jinûveavakirinê were dîtin.
Birêvebiriya partiyê dixwaze piştî vê kongreyê ji bo kongreyeke berfireh a guhertinê û jinûveavakirinê amadehiyan bike.
Li gorî agahiyên heyî, tê plankirin ku ev kongreya berfireh bihara 2027an were lidarxistin.
Her wiha tê payîn ku ev kongreya fireh li gorî bipêşketinên pêvajoya çekdanînê û bicihkirina yasaya çarçoveyê were sazkirin.



