Hewlêr (Rûdaw) – Selahattîn Demîrtaş di nivîseke xwe de ragihand ku dê Adnan Selçuk Mizrakli roja sêşemê were berdan.
Selahattîn Demîrtaş bi rêya hesabê xwe yê tora civakî ragihand:
"Dr. Adnan Selçuk Mizrakli li beramberî 4 mehên şaredariya Amedê 7 salan di girtîgehê de ma.
Wî cezayê xwe temam kir û roja sêşemê 8ê Îlonê tê berdan."
Demîrtaşê ku ji sala 2016an ve girtî ye, nivîseke bi navê "Memoyê Benîştfiroş" nivîsand.
Demîrtaş di nivîsa xwe de diyar kir ku Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakliyê qeyûm li şûna wî hat danîn dê were berdan û got:
"Xoce êvara sêşemê bi xêr û xweşî li Amedê ye.
Teqez Memoyê Benîştfiroş jî dê were pêşwaziya wî lê belê benîştfiroşê me gelekî bişeref e, bi yên din re tevlîhev nekin."
Nivîsa Selahattîn Demîrtaş wiha ye:
“Televîzyona du bihostî ya li ser dîwarê beton ê girtîgehê vekirî ye. Ez û Selçuk Mizrakli li ber maseyê rûniştine. Li pêşiya Xoce wekî her tim xaçepirs heye. Bi berçavk, por û simbêlên xwe yên spî dişibe Einstein. Wî atom parçe nekir lê bi sebir û îradeya xwe di 7 salan de dîwarên beton derizandin.
Xaçepirsa vê carê hinekî zehmet e, Xoce hewl dide çareser bike. Piştî hinek fikirînê dibîne, ji çepê ber bi rastê ve 6 tîp in: 'Biratî'. Min jê pirsî 'Pirsa wê çi bû?'. Wî got 'Pirsa wê ji bersiva wê zehmettir e. Rewşeke hestyarî ya kolektîf ku tê payîn dê bi biryara MGKyê (Konseya Ewlehiya Neteweyî) bikeve meriyetê lê hatiye pûçkirin û hundirê wê hatiye valakirin.' Min got 'Zehmet e'.
'Tenê 4 mehan şaredarî kir'
Dr. Adnan Selçuk Mizrakli 63 salî ye û cerahê giştî yê Amedê ye ku dilê wî tijî hezkirin e. Tenê 4 mehan karîbû şaredariyê bike. Piştî wê 7 salên bêguneh, bêdelîl û bêhiqûq di girtîgehê de derbas bûn.
Hewa gelekî germ e, mirov difetise, em berdewam xwê didin. Carinan di binê vê bîrê de standina nefesê jî zehmet dibe. Çavê Xoce hinekî li televîzyonê ket û wisa ma. Ez lê dinêrim ka li çi temaşe dike.
Doktorê Amedê yê ku tenê 4 mehan şaredarî kir, ji hucreya ku 7 sal in lê tê girtin, li wî kesê Enqereyê yê ku 25 salan şaredarî kiriye û gunehên wî parsel bi parsel in temaşe dike ku benîşt di dev de dikeve dadgehê.
Xaçepirs her ku diçe zehmet dibe lê Xoce înad e. Ji jor ber bi jêr ve 6 tîp in: 'Edalet'. Pirsa wê çi bû? 'Parçeyekî tije yê rûmeta mirovahiyê ku dereng be jî nayê û tê payîn ku dê bi biryara MGKyê were.' Bi rastî jî zehmet bû.
Ew kes piştî demekê bi dilekî rihet ji dadgehê derket û got 'Ez ne wekî kêzikan 3 caran, 500 caran çeng dibim.' Min got 'Gelo keramet di benîşt de ye Xoce, tu carekê jî çeng nebûyî.' Wî got 'Na, ew benîştê ku di devê wî de ye ne benîşt e, rûmeta mirovahiyê ye. Min carekê jî ew necû û min neda cûtin jî'.
'Roja sêşemê 8ê Îlonê tê berdan'
Dr. Adnan Selçuk Mizrakli li beramberî 4 mehên şaredariya Amedê 7 salan di girtîgehê de ma. Wî cezayê xwe temam kir û beriya ku 'biratî' bi ser de were, roja sêşemê 8ê Îlonê tê berdan.
Di 5 salên dawî de ez emanetî wî bûm û ew jî emanetî min bû. Roja sêşemê destê sibehê dê ji vir derkeve û êvarê jî dê li Balafirgeha Amedê be. Êdî ew emanetî we ye.”


.webp&w=3840&q=75)
