Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bakirkoyê ya parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, agir bi otelekê ket û 12 kes birîndar bûn.
Şewat li taxa Cevîzlîkê ya li ser Cadeya Muhasebeciyê ya navçeya Bakirkoyê derket.
Heta niha nayê zanîn bê ka agir ji ber çi bi qata yekem a oteleke 6 qatî ketiye.
Agir di demeke kurt de geş bû û gihîşt qatên jor.
Li gel bihîstina bûyerê, tîmên parastina sivîlan, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên parastina sivîlan 7 kesên ku li qatên jor asê mabûn rizgar kirin.
Tîman 12 kesên birîndar jî, piştî midaxeleya destpêkê ya di ambulansan de birin nexweşxaneyan.
Piştî hewldanên nêzîkî demjimêrekê, agir hat vemirandin.


