Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz got, “Rejîma ayetulah baş dizane çima êrişî Îsraîlê nake."
Israel Katz her wiha ragihand ku cezayên Amerîkayê yên li ser Tehranê bibandor bûne lê hişyariyê dide ku dibe ev zext Îranê ber bi "gavên bêhêvî" û bertekên tund ve bibin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz îro di çalakiya Sersala Nû ya Cihûyan (Rosh Hashanah) de axivî.
Katz da zanîn ku nîşan hene ku zextên giran ên aborî û tirsa rûxîna rejîmê ya ji ber serhildaneke navxweyî, dibe ku Tehranê neçarî avêtina "gavên bêhêvî" bike.
Dûrketina ji şerê rasterast
Ev daxuyanî di demekê de tên ku şerê Îranê ji dawiya meha sibatê ve dest pê kiriye.
Lê belê Îsraîl ji agirbesta nîsanê ve ji aliyê leşkerî ve li derveyî pevçûnan maye, her çendî piştre ew agirbest hatibe hilweşandin jî.
Meha borî Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê bi mebesta zextkirina li ser aboriya Îranê rêzecezayên nû ragihandin.
Her wiha hêzên asmanî yên Amerîkayê jî ji roja yekşemê ve êrişên xwe yên li ser wî welatî ji nû ve dan destpêkirin.
Îranê jî wekî bersivdanekê êrişî armancên leşkerî yên Amerîkayê yên li pênc herêmên Rojhilata Navîn kir lê heta niha xwe ji êrişkirina li ser Îsraîlê dûr xistiye.
"Me bernameya wan a nukleerê têk bir"
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê diyar kir ku rejîma Tehranê baş dizane çima êrişî Îsraîlê nake û got:
"Rejîma ayetulah a li Îranê pir baş dizane çima piştî ku me du caran bi tundî li wan xist, bernameya wan a nukleerê ji holê rakir, Xamineyî ji holê rakir û şiyanên wan ên stratejîk bi giranî zirar dîtin, êrîşî Îsraîlê nake."
"Em dê Îranê vegerînin Serdema Kevirîn"
Katz hişyariyeke tund da û ragihand ku her êrişa Îranê ya li ser Îsraîlê dê bike ku Tel Evîv ti sînor nas neke û pê de çû:
"Em dê hemû jêrxana leşkerî û sivîl a Îranê, di nav wan de jî jêrxana enerjiyê têk bibin û em dê Îranê vegerînin Serdema Kevirîn û tarîtiyê."
Wî her wiha anî zimên ku Îsraîl di asta herî bilind a amadebaşiyê de ye ji bo bersivdayîna her êrişa di dema cejnên Cihûyan de ku dê ji nîvê vê mehê ve dest pê bikin.



