Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku stratejiya wî rûbirûbûna rasterast a bi Îranê re û birîna "milên" wê yên li herêmê ye.
Netanyahu her wiha anî zimên ku hêzên wan ên ewlehiyê û Mossad ji bo jiholêrakirina gefên Tehranê bênavber dixebitin.
Serokwezîrê Îsraîlê, bersiva pirseke rojnamegeran da ya li ser wê yekê ka gelo ew ditirse piştî hilbijartinan kesekî din were şûna wî û bi dosyeya Îranê re mijûl bibe yan na.
Netanyahu got, "Ew hilbijartina giştî ye û divê em fêm bikin. Lê armanca min ew bû ku di encamê de em rûbirûyî Îranê bibin, milên wê bibirin û gefên wê ji holê rakin."
Hilbijartinên Îsraîlê û pêşbîniyên li ser Netanyahu
Ev gotinên Netanyahuyî di demekê de ne ku biryar e 27ê Çiriya Pêşîn a îsal hilbijartinên parlamentoya Îsraîlê bên lêdarxistin.
Li gorî rapirsiyên dawî, Netanyahu û hevalbendên wî nikarin piraniya parlamentoyê bi dest bixin û hikûmetê pêk bînin.
Serokwezîrê Îsraîlê bal kişand ser şiyana leşkerî ya welatê xwe ya ji bo lêdana Îranê û got:
"Pîlotên me li wê derê bûn û dikarin di her kêliyê de vegerin wir."
Wî tekez kir ku Îsraîl bi biryar e hemû wan gefan ji holê rake ku Îran ji bo ewlehiya welatê wî çêdike.
Rola Mossadê û operasyonên li hundirê Îranê
Netanyahu di beşeke din a axaftina xwe de bal kişand ser rola dezgeha îstixbaratê ya welatê xwe û got:
"Serokê Mossadê Roman Gofman ji bo nehêştina gefên li nav Îranê dixebite."
Wî her wiha da zanîn ku hemû erkên ewlehiyê yên ku niha tên bicihanîn di bin serokatiya wî de ne û armanca wan parastina Îsraîlê ye bi rêya têkbirina çavkaniyên gefan ên li Tehranê.
Pevçûnên herêmî û girtina Tengava Hurmizê
28ê Sibatê Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kir û wê jî bi mûşek û dronan êrişî welatên herêmê kir.
Wekî bertekekê, Îranê ji 2yê Adarê ve Tengava Hurmuzê girtiye.

.webp&w=3840&q=75)

