Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Îmaratê bi daxuyaniyekê êrişên Îranê yên li ser Behreyn, Kuweyt, Urdin û Herêma Kurdistanê şermezar kirin.
Wezareta Karên Derve ya Îmaratê îro li ser êrişên Îranê daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê got, "Ev êrişên dijminane binpêkirina eşkere ya serweriya welatên dost in û li ser ewlehî û aramiya herêmê gefeke rasterast e."
Îmaratê piştgiriya xwe ducare kir
Di beşeke din a daxuyaniyê de, Îmaratê hevxemiya xwe ji bo, Îraq, Behreyn, Kuweyt, Urdin û Herêma Kurdistanê ducare kir.
Îmaratê her wiha piştgiriya xwe ji bo hemû wan rêkarên van welatan nîşan da ku bi mebesta parastina ewlehî û aramiya axa xwe digirin ber xwe.
Li Hewlêrê 10 dron hatin xistin
Ev helwesta Îmaratê piştî wê yekê hat ku Dijeterora Kurdistanê ragihand ku berê sibeha îro di maweyê zêdetirî du demjimêran de 10 dronên bombebarkirî li asmanê Hewlêrê hatine têkşikandin.
Li gorî zanyariyên Dijeterora Kurdistanê, "Berê sibeha îro di navbera saet 01:13 û 03:31ê de, hêzên Hevpeymanan 10 dronên bombebarkirî li asmanê parêzgeha Hewlêrê xistin xwarê."
Dijeterora Kurdistanê her wiha got, "Xweşbextane di encama xistina wan dronên bombebarkirî de ti ziyaneke canî çênebûye."
Êrişên dualî yên Amerîka û Îranê
Artêşa Amerîkayê şeva borî pêleke giran a êrişan li ser jêrxana leşkerî ya asmanî û deryayî ya Îranê da destpêkirin.
Li hemberî vê yekê, medyaya Îranê ragihand ku hêzên wan ên çekdar li dijî armancên Amerîkayê "operasyoneke diyarker" daye destpêkirin.
Supaya Pasdaran a Îranê li Urdin, Kuweyt, Behreyn û Herêma Kurdistanê zincîreyeke berfireh a êrişên bi mûşek û dronan li dijî berjewendiyên Amerîkayê pêk anî.
28ê Sibatê jî Amerîka û Îsraîlê êrişî Îranê kiribû û Îranê jî bi mûşek û dronan êrişî welatên herêmê kiribû.
.webp&w=3840&q=75)


