Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ragihand ku hêzên wan xwe ji bo her êrişa Îranê amade kiriye.
Katz diyar kir ku eger Tehran êrişî wan bike ew dê "bi hêzeke mezin" bersivê bidin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz îro ji medyaya Îsraîlê re ragihand ku Îsraîlê xwe ji bo egera êrişeke Îranê ya di dema cejnên olî de amade kiriye.
Cejn nîvê vê mehê dest pê dikin.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê da zanîn ku eger heye ku Îran êrişî Îsraîlê bike û hêzên wan ji aliyê parastinê ve xwe ji bo wê egerê amade kiriye û got, “Heta niha ew êrişî seranserê herêmê dikin lê ji xeynî me."
"Balafirên me amade ne ku bifirin"
Katz hişyarî da û anî zimên ku eger Îran êriş bike, Îsraîl dê "bêyî ti aliyên din û bi hêzeke zêde" bersivê bide û got, “Balafirên me amade ne ku bifirin."
Ev hişyarî piştî wê yekê hat ku Îranê îro wekî bersiva pêleke berfireh a êrişên Amerîkayê yên li ser axa xwe, çend caran êrişî pêgeh û cihên leşkerî yên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn kir.
Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku wan pêgehên Amerîkayê yên li Urdin, Îmarat, Kuweyt, Behreyn û Herêma Kurdistanê kirine armanc.
Ev di çend hefteyên borî de êrişa herî tund a her du aliyan a li ser hevdû ye û ev şer derbasî meha xwe ya heftan bûye.
Agirbesta li Tengava Hurmizê xera bû
Îsraîlê dawiya meha sibatê bi Amerîkayê re dest bi şerê li dijî Îranê kir.
Ji wê dema ku Serokê Amerîkayê Donald Trump meha nîsanê bi Tehranê re gihîşt agirbesteke lewaz, Îsraîl rasterast beşdarî êrişên leşkerî nebûye.
Katz îdia kir ku Îran hez dike di cejnên olî yên wan de êriş bike û got:
"Lê belê em ji aliyê parastin û êrişê ve amade ne û em li ser vê mijarê bi Amerîkayê re di nava hevahengiyê de ne."
Îran bi awayekî fermî Îsraîlê wekî dewlet nas nake û piştgiriyê dide komên çekdar ên li dijî Îsraîlê ku Hemas jî di nav de ye.
Îsraîlê di destpêka şer de Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî kuşt.
Agirbesta di navbera Amerîka û Îranê de piştî êrişa Îranê ya li ser keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê xera bû.
Tengava Hurmizê rêyeke stratejîk e ku Kendavê bi Deryaya Umanê ve girê dide û Tehran wê wekî yek ji kartên xwe yên sereke yên guvaşê bi kar tîne.


