Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo koça dawî ya siyasetmedarê Kurd û Serokê berê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana sersaxî da Leyla Zanayê.
Siyasetmedarê Kurd û Şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana, doh li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi telefonê bi parlamentera berê Leyla Zanayê re axivî.
Erdogan di pêwendiya bi telefonê de ji ber koça dawî ya hevjînê wê Mehdî Zana sersaxî da Leyla Zanayê.
Mehdî Zana 20ê Kanûna Pêşîna 1940î li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayîk bû.
Mehdî Zana di navbera salên 1977-1980yî de Serokatiya Şaredariya Amedê kir.
Ew yek ji fîgurên herî girîng ên tevgera siyasî ya Kurdan bû.
Her wiha wekî siyasetmedar, çalakvan û nivîskarekî Kurd dihat naskirin.
Mehdî sala 1975an bi Leyla Zanayê re zewicî.



