Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê got, “Kurdan li vana axan berî 50 salan nikaribû bibêjin 'Ez Kurd im' lê belê îro serdema înkarkirina Kurdan, tunehesibandina Kurdan bi dawî bûye."
Tulay Hatîmogullari di civîna gel a li Navenda Kongreyê ya Tepekuleyê ya Îzmîr MMOyê de li ser pêvajoya aştiyê axivî.
Hatîmogullariyê da zanîn ku ew dê heta dawiyê piştgiriyê bidin pêvajoyê û got:
"Heta ku li vî welatî dengê guleyekê jî neyê bihîstin, heta ku em bigihîjin qonaxekê ku hêstir ji çavan neyên xwarê, em dê heta dawiyê li pişt vê pêvajoyê bin.
Em dê ji bo aştiyeke bi rûmet xebatên xwe bidomînin."
Hatîmogullariyê diyar kir ku ew li seranserê Tirkiyeyê civînên giştî li dar dixin da ku pêvajoyê bi gel re parve bikin, bi hev re wate, girîngî û wateya dîrokî ya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” binirxînin û rexne û nirxandinan bistînin.
Mehî Zana bi bîr anî
Siyasetmedarê Kurd û serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Mehdî Zana pişt ku 40 rojî li nexweşxaneyeke taybet a Amedê hat dermankirin, doh koça dawî kir.
Hatîmogullariyê di axaftina xwe de Mehdî Zana bi bîr anî û got:
"Ez bi rêz û minetdarî Mehdî Zanayê hêja, kesayetekî mezin ku bi rastî tevahiya jiyana xwe ji bo nûnertiya gelê Kurd terxan kiriye bi bîr tînim ku yek ji wan kesên pêşî bû dengê gelê Kurd hem li sirgûnê û hem jî li girtîgehê daye bihîstin."
"Bila êdî zarokên me nemirin"
Hevseroka DEM Partiyê diyar kir ku şer û pevçûn 50 sal in li “erdnîgariya Tirkiyeyê” berdewam dikin û got ku di şînên li herêmê de dayik û bavan ji wan re gotiye:
"Bila êdî zarokên me nemirin. Bila êdî dayikên Kurd, dayikên Tirk, dayikên leşkeran, dayikên gerîlayan negirîn.
Ji ber vê yekê, bi awayekî baş xwe bi vê pêvajoyê bigirin û ji bo ku ev pêvajo bi rengekî serkeftî bi dawî bibe, çi ji destê we tê bikin. Tişta ku em ji we hêvî dikin, tişta ku partiya me hêvî dike, ev e."
Tulay Hatîmogullariyê bi gotinên "Tevî van hemû êşan, gelê Kurd, nemaze dayikan, qet dev ji gotina 'aştî'yê berneda" qala daxwaza Kurdan a ji bo aştiyê kir.
Hatîmogullariyê diyar kir, berdêla ku hatiye dayîn ji bo pêgeha gelê Kurd a li Rojhilata Navîn xwedî roleke girîng e û got:
"Kurdan 50 sal berê li van axan nikaribû bibêjin 'Ez Kurd im' lê niha, serdema înkarkirina Kurdan, tunehesibandina Kurdan bi dawî hatiye."
"Nabe ku pêvajo bi hesabê hilbijartinan were sînordarkirin"
Hatîmogullariyê got ku ew rexneyên çêker ên derbarê pêvajoyê girîng dibînin.
Wê destnîşan kir ku ew rexneyên kesên ku baweriya wan bi aştiyê heye lê dibêjin “Nabe ev pêvajo bi hikûmeta heyî re were meşandin” li ber çavan digirin û li pey çû:
"Wekî ku hûn hemû dizanin, ev pêvajo dê bi desthilata heyî re were meşandin.
Îro li çar aliyên cîhanê di hemû ezmûnên çareserkirina nakokiyan de pêvajo bi her aliyê ku wê serdemê bi rê ve dibe tê meşandin.
Ji ber vê yekê, wekî ku Birêz Ocalan jî îro diyar kiriye, ev pêvajo bi tenê bi hesabê hilbijartinan nikare were sînordarkirin.
Ev pêvajo nikare di çarçoveya berjewendiyên ti partiya siyasî de were nirxandin."
"Ev tenê gava yekem e"
Hatîmogullariyê diyar kir ku pêvajoya du salan bi yasaya çarçoveyê gihîştiye qonaxeke nû.
Wê got ku ev yasa nayê wê wateyê ku doza Kurdan çareser bûye û welat demokratîk bûye lê wateyeke siyasî ya girîng dihewîne û xwe lê berda:
“Di dîrokê de, ji sed salî zêdetir cara yekem e ku yasayeke resen a ji bo xêra gelê Kurd hatiye derxistin lê wekî ku Birêz Ocalan diyar kir, ev tenê gava yekem e, destpêka yekem e.
Ev tenê gava yekem a rêyeke hezar kîlometreyî ye ku dê were meşandin.
Pêdiviya me bi wan yasayan heye ku bi saya têkoşîna me ya demokratîk a sereke, bi awayekî nû yê demokratîk werin sazkirin."
Yuksekdag û Demîrtaş
Hatîmogullariyê diyar kir, heke yasa bi awayekî birêkûpêk were bicîhanîn, nêzîkî 4 hezar girtiyên siyasî dikarin ji vê yasayê sûdê wergirin.
Wê got ku doza Kobaniyê jî di yasaya çarçoveyê de ye û lê zêde kir:
"Divê Birêz Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji zû de bigihîşta azadiyê û îro di nav me de bûna."



