Hewlêr (Rûdaw) - Berî maça Amedspor û Trabzonsporê ya ku dê êvara duşemê li Amedê were lîstin, li Trabzonê jineke ku formayê Amedsporê li xwe kiribû rastî êrişeke devkî hat.
Li gorî dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine belavkirin, li Meydana Trabzonê jineke ku formayê Amedsporê li xwe kiribû rastî berteka hinek kesan hatiye.
Di dîmenan de xuya dibe ku hinek kes bi heqaretan daxwaz ji wê jinê dikin ku formayê Amedsporê ji xwe bike.
Piştî aloziya ku qewimî, hevserê wê jinê yê ku li gel wê bû, tîşortê xwe derxistiye û bi ser formaya Amedsporê de li hevsera xwe kiriye. Ev kêlî di dîmenan de jî xuya dibin.
"Ez ne terorîst im, ez ji Amedê me"
Di dîmenekî din de ew jina ku formaya Amedsporê li ser e, bersiva jineke ku bertek nîşan daye dide û dibêje:
"Ez ne terorîst im, ez ji Amedê me. Hevserê min jî ji Antalyayê ye."
Di dîmenan de xuya dibe ku jinê formayê Amedsporê û hevserê wê jî formaya Beşiktaşê li xwe kiriye.
Daxuyaniya Amedsporê
Amedsporê derbarê bûyerê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku ew dîmenên derbarê êrişa devkî ya li ser welatiyeke wan a ku ji ber formayê Amedsporê rastî êrişê hatiye, bi xemgînî dişopînin.
Klubê tekez kir ku lixwekirina formayê tîmekê nîşana hezkirin û girêdana bi werzişî ye.
Ji ber vê yekê, divê ti kes ji ber lixwekirina formayê tîma ku piştgiriya wê dike xwe di bin zextê de hîs neke.
Amedsporê ev bûyer şermezar kir û bangî rayedarên dadwerî kir da ku ji bo berpirsan pêvajoyeke qanûnî ya pêwîst were destpêkirin.
Klubê her wiha eşkere kir ku ew bi xwe jî dê serlêdanên qanûnî bikin.
Banga Amedsporê
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev bûyera ku qewimiye nabe ku ji bo bajarekî, tîmekê yan jî hemû koma alîgiran were pênasekirin.
Amedsporê bang kir da ku maça nêzîk a di navbera Amedspor û Trabzonsporê de li şûna alozî, di nav atmosfereke ku hêza yekker a futbolê û rêzgirtina dualî derdikeve pêş de were lîstin.
Amedsporê bangî alîgirên xwe jî kir da ku li hemberî provokasyonên muhtemel bi bêhnfirehî û hişmendî tevbigerin.
Klubê daxuyaniya xwe bi vê peyamê bi dawî kir: "Em dê parastina atmosfereke wisa ya futbolê bidomînin ku ne cudakar lê yekker be, aloziyê mezin neke lê bêhnfirehiyê xurttir bike."



