Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber barana zêde û şert û mercên hewayê, ji bo 26 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyarî hate dayîn.
Birêvebiriya Giştî ya Keşnasiyê xwest ku ji bo lehî, rabûna avê û metirsiyên din ên ku dibe ku ji ber barana zêde çêbibin, tedbîr bên wergirtin.
Piştî pêla germahiyê ya ku ji Afrîka û Besreyê hatibû, ji doh ve li gelek deverên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hewaya sar û baranê dest pê kir.
Bi nêzîkbûna destpêka demsala payîzê re, germahiya hewayê jî bi awayekî berbiçav kêm bû.
Keşnasiyê ji bo Bedlîs, Colemêrg, Sêrt, Sêwaz, Wan û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê û Edene, Amasya, Antalya, Burdur, Denîzlî, Gîresun, Hatay, Isparta, Mêrsîn, Kayserî, Konya, Mugla, Nevşehîr, Nîgde, Tokat, Yozgat, Aksaray û Karamanê yên Tirkiyeyê hişyarî da.
Li Amedê germahî 35 pile ye
Li parêzgehên Erzingan, Qers û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê tê pêşbînîkirin ku baran zêdetir bibare.
Her wiha tê payîn ku li parêzgehên Dîlok û Semsûrê yên Bakurê Kurdistanê jî baran bibare.
Tê pêşbînîkirin ku germahî li Erziromê 23, li Amedê jî 35 pile be.
Tê pêşbînîkirin ku barana zêde heta êvara sibe berdewam bike.
Ji ber vê yekê, rayedar ji welatiyan dixwazin ku ji bo lehî, rabûna avê, birûsk, hezaz (şemitîna axê) û astengiyên di trafîkê de baldar bin û tedbîrên xwe bistînin.



