Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz li ser yasaya çekdanînê got, “Destpêkê dê çek bên danîn û pêvajoya fesixkirinê bi dawî bibe.”
Li gorî gotina wî, ev yek dê li qadê were tesbîtkirin û li Komîteya Ewlehiya Neteweyî were piştrastkirin û pişt re dê xalên din werin bicihanîn.
Zererên aborî yên şer
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz îro li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê di "Merasîma Vekirina Kana Zêr" de axivî.
Yilmaz qala zererên aborî yên şerê bi PKKyê re kir û bal kişand ser wê yekê ku zêdetirî 2 trilyon dolar zerer çêbûye û got, “Herî zêde vê herêmê ji şer zerer dîtiye."
Wî da zanîn ku bi taybetî Bakurê Kurdistanê dê ji aliyê aborî ve sûdê ji pêvajoya çareseriyê bibîne.
Şertê çekdanînê
Yilmaz eşkere kir ku bicihkirina yasayê bi çekdanîn û fesixkirinê ve girêdayî ye.
Cevdet Yilmaz li ser gavên çareseriyê jî ev agahî dan:
"Li Parlamentoyê bi 467 dengên erê Yasaya Hejmar 7595 hat derxistin.
Piştî derketina yasayê me civîna Komîteya Hevahengiyê ya Hevgirtinê û Yekbûnê Neteweyî kir ku ez serokatiya wê dikim.
Me li wê derê jî biryarên gelekî girîng wergirtin û nexşerê diyar kir."
Komîteya Ewlehiya Neteweyî dê piştrast bike
Cevdet Yilmaz da zanîn ku ew dê rojên pêş bi awayekî baldar qadê binirxînin û bişopînin û wiha got;
“Di vî warî de dê komîteyên me yên peywendîdar û yên ewlehiyê li ser rûdanên berbiçav ên li qadê tesbîtên eşkere bikin.
Bi piştrastkirina van tesbîtan a li Komîteya Ewlehiya Neteweyî re, ev pêvajo dê dest pê bike. Ev tişt di yasaya li Parlamentoya me de wiha hat diyarkirin."
Yilmaz tekez kir ku bicihkirina hemû xalan, bi çekdanîn û fesixkirinê ve girêdayî ye û axaftina xwe wiha qedand:
"Di xala yekem de ev tê nivîsandin: Dê destpêkê çek bên danîn û pêvajoya fesixkirinê bi dawî bibe.
Ev yek dê li qadê were tesbîtkirin û li Komîteya Ewlehiya Neteweyî were piştrastkirin, pişt re dê xalên din bên bicihkirin.
Armanca me ew e ku em vê pêvajoya bixêr di dema herî zû de temam bikin."

.webp&w=3840&q=75)

