Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî ragihand ku ji bo serkeftina pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê divê gavên zûtir werin avêtin û got, "Divê em lez bikin û dema ku me winda kiriye telafî bikin."
Alîkarê Serokê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, li Parlamentoya Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Temellî di civînê de derbarê pêvajoya çareseriyê, polîtîkayên derve û bûdçeya sala 2027an daxuyaniyên girîng dan.
Temellî di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di warê azadiya çapemeniyê û azadiya îfadeyê de li Tirkiyeyê pirsgirêkên mezin hene.
"Divê Parlamento komîsyonan ava bike"
Sezaî Temellî di nirxandina xwe ya li ser pêvajoya çareseriyê de "yasaya çarçoveyê" wekî gaveke girîng bi nav kir û destnîşan kir ku divê ev pêvajo leztir bibe û bangî Parlamentoyê kir:
"Divê em gavên xwe zêdetir bikin, lezê bidin karê xwe û wextê ku me winda kiriye telafî bikin. Ev yek, berpirsiyariya me ya herî mezin e li hemberî nifşên paşerojê.
Divê Parlamento bi awayekî ji dil û durist dest bi kar bike û komîsyonên xwe ava bike."
Bertek li dijî Peymana Mekeyê
Temellî bi bîr xist ku li Komîsyona Karên Derve ya Parlamentoyê yasaya erêkirina Peymana Mekeyê ya ku di navbera Tirkiye, Pakistan û Erebistana Siûdî de hatiye îmzekirin tê nîqaşkirin.
Temellî bertek nîşan da ku ev peyman 2 meh û nîv piştî îmzekirinê hatiye rojeva komîsyonê û diyar kir ku ew li dijî Peymana Mekeyê û peymanên leşkerî ne.
"Gel li benda bûdçeya aştiyê ye"
Derbarê nîqaşên li ser yasaya Bûdçeya Birêvebiriya Navendî ya Sala 2027an jî Temellî anî ziman ku bûdçe bi hişmendiyeke leşkerî hatiye amadekirin û got, "Gel li benda bûdçeya aştiyê ye."
Temellî her wiha behsa lêkolînên li ser fonan kir û diyar kir ku ev krîz barê bûdçeyê girantir dikin. Li gorî wî, ev bûdçe krîza heyî çareser nake û krîzên nû yên binesaziyê diafirîne.
Banga ji bo tenduristî û perwerdeyê
Temellî bal kişand ser mijara hejariyê û got, "Ev bûdçe li dijî hejariyê şer nake lê belê hejariyê hîn zêdetir dike."
Sezaî Temellî di dawiyê de bang kir ku divê para tenduristî û perwerdeyê di bûdçeyê de were zêdekirin.

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
