Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kepezê ya parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê bablîsok rabû û ji ber bablîsokê du konteynerên karkeran bûn perçe.
Di bûyerê de 4 karkeran canê xwe ji dest da û karkerek jî birîndar bû.
Konteyner hûr û pêç bûn
Beriya bûyerê Birêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê ji bo bajêr bi "koda zer" hişyariya barana zêde dabû.
Lê belê li Taxa Fevzî Çakmakê ya Kepezê, li qadeke avahîsaziyê ji nişka ve bablîsokek rabû.
Bablîsokê ew her du konteynerên ku karker tê de diman ji cihê wan rakirin û hûr û pêç kirin.
Her 5 karkerên ku di hundirê konteyneran de bûn, bi der û dorê ve pekiyan.
4 karker mirin
Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs û tîmên agirvemirandinê demildest gihîştin cihê bûyerê.
Piştî gihîştina tîman eşkere bû ku 2 karkeran li cihê bûyerê mirine
Her wiha 2 karkeran jî li nexweşxaneyê mirin.
Hat zanîn ku rewşa karkerê birîndar baş e.
"Bûyereke xwezayî ya gelekî ecêb e"
Parêzgarê Antalyayê Hulusî Şahîn çû cihê bûyerê û daxuyaniyek da rojnamegeran.
Hulusî Şahîn diyar kir ku ji ber bablîsokê li heman qadê vînçek jî wergeriyaye lê ji ber ketina vînçê ti kes nemiriye û birîndar nebûye.
Şahîn destnîşan kir ku bablîsokê her du konteyner hûr û pêç kirine û karkerên tê de bi derdorê ve pekandine.
Hulusî Şahîn got, "Mixabin 2 karkerên me li cihê bûyerê û 2 karkeran jî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da. Karkerekî me jî bi sivikî birîndar e."
Şahîn bal kişand ser awayê rûdana bûyerê û wiha pê de çû:
"Em bi bûyereke xwezayî ya gelekî ecêb re rûbirû ne. Ji ber ku ji ti deverên din ên bajêr agahiya bager an jî bablîsokê negihîştiye me.
Li avahiyên derdorê ti zerer nîne lê em behsa bablîsokekê dikin ku tenê li vê qadê rabûye û du konteyner parçe kirine."

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)