Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku ew êşa Colemêrgê û ya Edîrneyê wekî ya xwe dibînin.
Wî nebûna kuştinan a di nav du salên borî de, wekî xaleke serkeftî ya pêvajoya çareseriyê nirxand.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan şeva borî li Stenbolê di bernameyeke taybet a bi navê "Hevdîtina Gel" de axivî.
Wî di bernameyê de qala rûdanên dawî yên li ser pêvajoya çareseriyê kir.
"Êşa Colemêrgê êşa me ye"
Bakirhan beşeke zêde ya axaftina xwe ji pêvajoya çareseriyê re veqetand û got:
"Li her çar aliyên Tirkiyeyê êş û azar çêbûn û mezin bûn. Ev qurbanî ne yekalî bûn û em jî wekî tiştekî yekalî li wan nanêrin.
Êşa Edîrneyê êşa me ye û êşa Colemêrgê jî êşa me ye.
Hêvîdar im ji niha û pê ve ne li Şirnexê ne jî li Tekîrdag û Edîrneyê dayîkên me rondikan bibarînin.
Bila êdî ciwanên me canê xwe ji dest nedin û em hemû bi hev re li Tirkiyeyeke demokratîk û aştiyane bijîn."
"Du sal in ti kes nemiriye"
Tuncer Bakirhan amaje bi wê yekê kir ku hinek alî bi axaftin û daxuyaniyên xwe hewl didin gel ji piştgiriya pêvajoya çareseriyê sar bikin û got:
"Yek ji xalên herî serkeftî yên vê pêvajoyê ew e ku ev du sal in ti kes nemiriye.
Dibe ku hinek kes vê yekê biçûk bikin û wekî rûdaneke girîng nebînin.
Lê belê ew kesên ku li Amedê û seranserê Tirkiyeyê şîna zarokên xwe digirin û ew malbatên ku li Parka Guvenê ya Enqereyê xwe wekî xizmên şehîd û gaziyan bi nav dikin, wan nexweşî dîtiye û pêwîst e em xwe têxin şûna wan.
Destkefta herî mezin a vê pêvajoyê ev e."
Bangî dayîkan kir
Hevserokê DEM Partiyê her wiha gotinên xwe arasteyî Dayîkên Şemiyê û Dayîkên Aştiyê kirin û peyama xwe wisa domand:
"Ev pêvajo, pêvajoya nehatina cenazeyên ciwanan e.
Yên ku herî baş ji vê pêvajoyê fêm dikin, Dayîkên Şemiyê, Dayîkên Aştiyê û xizmên şehîd û gaziyan in.
Divê ji her kesî zêdetir ew li pêvajoyê xwedî derkevin. Yên ku kezeba wan neşewitiye, zêdegaviyan di axaftinên xwe de dikin.
Lê divê em vê pêvajoyê ji wan kesan bipirsin ku êşa windakirina zarokên xwe kişandine.
Lewma ez bangî dayîkan dikim ku piştgiriyê bidin pêvajoyê."
Bakirhan her wiha bal kişand ser girîngiya wê yekê ku di dîrokê de cara yekem e yasayeke taybet a pêvajoyê, bi dengê 467 parlamenteran tê qebûlkirin.
Hevserokê DEM Partiyê eşkere jî kir ku pêvajo di qonaxeke hestiyar re derbas dibe.



