Hewlêr (Rûdaw) - Devlet Bahçelî bertekeke tund nîşanî êrişa Îsraîlê ya li balafirgeha leşkerî ya li Îdlibê da.
Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî xwest ku endamtiya Îsraîlê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) were rawestandin.
Devlet Bahçelî li dijî gefên li ser Tirkiyeyê hişyarî da û ji bo aştiya herêmê stratejiyeke ji 7 xalan pêk tê pêşkêş kir ku avakirina "Pakta Qudsê" û "Hêza Aştiyê ya Îslamê" li xwe digire.
Bahçelî li ser çalakiyên leşkerî yên Îsraîlê yên li herêmê û êrişa wê ya 18ê Tebaxê ya li ser Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhurê ya li çoltera Îdlibê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Bahçelî destnîşan kir ku êdî pêwîst e polîtîkayên berfirehbûnê yên Îsraîlê di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de werin pûçkirin.
Dev ji ceribandina bêhnfirehiya Tirkiyeyê berdin
Bahçelî diyar kir ku pêngavên Îsraîlê yên li Sûriyeyê li dijî berjewendiyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ne û rasterast hişyarî da birêvebiriya Tel Avîvê:
"Banga me ji bo birêvebiriya Îsraîlê ya ku dijberiya Tirkiyeyê zêde dike zelal e, divê dev ji provokekirina Tirkiyeyê û ceribandina bêhnfirehiya wê berde.
Tirkiye ne welatek e ku li şer digere lê ne welatek e jî ku ewlehiya xwe ya neteweyî di hêviya kesên din de bihêle.
Dîtina kapasîteya Tirkiyeyê ya afirandina aramiyê wekî gefekê ji aliyê Îsraîlê ve, xeletiyeke stratejîk a mezin e."
Ev vîzyon projeyeke dewletê ye
Bahçelî da zanîn ku armanca Tirkiyeyê ya "Tirkiyeya Bêteror" û "Herêma Bêteror" planên kaosê yên Îsraîlê xera dike.
Wî got ku siyaseta derve ya Tirkiyeyê armanc dike ku "kembereke aramiyê" ava bike.
Serokê MHPyê “ji bo mîmariyeke ewlehiyê ya domdar a li Rojhilata Navîn 7 pêşniyarên şênber rêz kirin ku divê bi pêşengiya Tirkiyeyê bên bicihkirin”:
1. Divê "Peymana Mekeyê" ya ku di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de hatiye îmzekirin were berfirehkirin û bibe "Pakta Qudsê" û li dijî êrişkariyê "Hêza Aştiyê ya Îslamê" were avakirin.
2. Divê bi beşdariya Amerîka, Rûsya, Çîn û Yekîtiya Ewropayê (YE) konseyeke demkî were avakirin ku aramiyê li herêmê misoger bike.
3. Divê di bin sîwana NYyê de "Konferansa Ewlehî û Aştiyê ya Rojhilata Navîn" kom bibe û ji bo çareseriya du dewletî nexşerêyek were diyarkirin.
4. Divê Tirkiye "Deklarasyona Enqereyê" ya ku prensîbên ewlehiya herêmî li xwe digire îlan bike û ragihîne ku ew dê li hemberî êrişeke îhtimal a Îsraîlê ti carî bêdeng nemîne.
5. Divê di bin sîwana NYyê de "Mîsyona Çavdêriya Agirbestê ya Navneteweyî" ya bêalî were avakirin, binpêkirin werin tomarkirin û korîdorên mirovî werin kontrolkirin.
6. Li şûna hewldanên takekesî, divê "Koma Pêwendiyê ya Navbeynkariya Navneteweyî" ya piralî bikeve dewrê.
7. Divê cezayên siyasî û aborî yên li ser Îsraîlê werin zêdekirin û siyaseta "Ji bo Aştiyê Dorpêçkirina Îsraîlê" were bicihkirin. Heke li gorî hiqûqê tevbigere divê mekanîzmayên teşwîqkirinê dest pê bikin.
Bahçelî diyar kir ku heta dewleteke Filistînê ya serbixwe neyê avakirin aramiya mayînde li herêmê pêk nayê.
Wî got ku Îsraîl dê yan rêzê li hiqûqa navneteweyî bigire yan jî dê bi berdêlên giran ên aborî û siyasî tenê bimîne.
Serokê MHPyê daxuyaniya xwe bi hişyariya "Dema ku miletê Tirk rabe ser pêyan ti hêz nikare li pêşiya wî bisekine" bi dawî kir.



