Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Daricayê ya parêzgeha Kocaeliyê ya Tirkiyeyê li beravê 3 cenaze hatin dîtin.
Welatiyan li berava Parka Cevher Dudayevê 3 cenaze dîtin û tîmên tenduristiyê agahdar kir.
Li ser agahdarkirinê polîs, tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û tîmên ewlehiya beravan çûn cihê bûyerê.
Di kontrola tîman de hat diyarkirin ku her 3 kes mirine û 2 ji wan jin in.
Cenaze ji bo otopsî û diyarkirina nasnameyan veguhastin morga Saziya Tiba Dadî ya Gebzeyê.



