Hewlêr (Rûdaw) - Benjamin Netanyahu hişyariyeke tund da hikûmeta demkî ya Sûriyeyê û Tirkiyeyê.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku Îsraîl bi ti awayî rê nade hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê ya li nav axa Sûriyeyê, çimkî ew vê yekê wekî "gefeke rasterast" a li ser ewlehiya welatê xwe dibîne.
Benjamin Netanyahu di daxuyaniyekê de ji bo medyaya welatê xwe amaje pê kir ku berê bi rêya kanalên cuda hişyarî dabûn Sûriyeyê da ku rê nede bicihbûna hêzên Tirkiyeyê.
Lê bi gotina wî, "berpirsên Şamê peyam bi awayekî rast wernegirtiye."
Serokwezîrê Îsraîlê bi awayekî zelal ragihand:
"Êrişa me ya doh (sêşem) a li Sûriyeyê ji bo wê bû ku em peyama xwe bi awayekî rast bigihînin."
Ev daxuyaniyên Netanyahu hevdem in bi serdana Sererkanê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamir a herêmên başûrê Sûriyeyê.
Eyal Zamir ji wê derê ragihand:
"Em guherînan dişopînin û em rê nadin ku ti hêzên dijber li ser sînorên me xwe bi cih bibin."
Zamir her wiha got, ji bo ji navbirina gefan artêş amade ye di her dem û cihî de hêzê bi kar bîne.
Roja sêşemê balafirên şer ên Îsraîlê 8 mûşek berdan Balafirgeha Leşkerî ya Ebû Zuhûrê ya li parêzgeha Îdlibê.
Li gorî agahiyên îstixbaratî yên Îsraîlê, êriş tam di wê demê de çêbûye ku şandeyeke leşkerî ya Tirkiyeyê bi armanca nûjenkirina balafirgehê çûye wî cihî.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê ev êriş wekî "destdirêjiyeke bêhincet" bi nav kir û ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî xwest ku helwestekê nîşan bide.
Washington ji êrişa Îsraîlê dilgiran e.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack ragihand ku êrişa Îsraîlê "zêdekirineke nehewce ya aloziyan e."
Amerîkayê diyar kir ku hikûmeta Ehmed Şer li Sûriyeyê helwesteke dijber nîşan nedaye û baştir e alî serî li dîplomasiyê bidin.
Piştî rûxîna desthilata Beşar Esed a dawiya sala 2024an, Îsraîlê hêzên xwe ji herêma Golanê ber bi kûrahiya axa Sûriyeyê ve birin.
Berpirsên Tel Evîvê jî tekez dikin ku dixwazin "herêmeke ewlehî ya bêçek" ava bikin û heta ku ev tişt bi cih nebe, ji wan herêman venakişin ku kontrol kirine.
Yair Golan: Armanceke siyasî li pişt êrişê heye
Rêberê Partiya Demokrat a Îsraîlê Yair Golan rexneyên tund li êrişên asmanî yên welatê xwe yên li Sûriyeyê girtin.
Golan ev êriş wekî gaveke "tehrîkkirinê û metirsîdar" pênase kir ku Îsraîlê ber ber rûbirûbûna bi Tirkiyeyê re dibe.
Golan di parvekirineke xwe ya li ser Xê de da zanîn ku tevgerên leşkerî yên bi vî rengî nakokiyên di navbera Îsraîl û hevpeymanên wê de kûr dikin ku di serî de Amerîka ye.
Golan her wiha got, "Careke din hêza leşkerî ji bo hesabên siyasî tê bikaranîn û dîsa Îsraîl bihaya ewlehiyê dide."
Raporek: Mossad û Şeybanî li ser tevgerên leşkerî axivîn
Sê çavkaniyên agahdar ji Reutersê re ragihand ku hefteya borî Birêvebirê Saziya Îstixbaratê ya Îsraîlê (Mossad) Roman Gofman bi telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî re axiviye.
Wan di vê axaftinê de behsa mijara bicihbûna hêzên Tirkiyeyê ya di nav axa Sûriyeyê de kiriye.
Li gorî gotina çavkaniyan, ev pêwendiya telefonî 14ê Tebaxê hatiye kirin ango tenê çend roj berî wan êrişên asmanî ku Îsraîlê roja sêşemê birin ser balafirgeheke leşkerî ya li bakurê Sûriyeyê.
Ev gotûbêj piştî rûxîna desthilata Beşar Esed wekî yek ji bilindtirîn astên pêwendî û hevahengiyê ya di navbera Îsraîl û hikûmeta nû ya Sûriyeyê de tê hesibandin.
Heta niha nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê ku berpirs e ji bersivdana mijarên girêdayî Mossadê, ti daxuyaniyên fermî li ser vê nûçeyê nedane, bi heman awayî berdevkê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê jî bêdengî hilbijartiye.



