Hewlêr (Rûdaw) - Perestar Îkra Avciyê ragihand ku ew ji pîşeya xwe hatiye dûrxistin.
Îkra Avci meha kanûna paşîn ji ber ku beşdarî kampanyaya "hûnandina por" a ji bo piştgiriya jinên Rojavayê Kurdistanê bibû, hatibû desteserkirin û bi şertê kontrola dadî hatibû berdan.
Meha kanûna paşîn ji bo ku bertekê nîşanî êrişên artêşa Sûriyeyê yên li ser jinan bidin û piştgiriyê bidin jinên li herêmê, li ser medyaya civakî kampanyaya "hûnandina por" hatibû destpêkirin.
Perestar Îkra Avciya ku beşdarî vê kampanyayê bû, ji pîşeya xwe hat dûrxistin.
Îkra Avci li nexweşxaneyeke dewletê ya li Kocaeliyê dixebitî.
Li ser wê lêpirsîna îdarî hatibû destpêkirin.
Îkra Avciyê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku ew ji pîşeya xwe hatiye avêtin.
"Bedela wê ji bo min pîşeya min bû"
Îkra Avciyê bertek nîşanî biryarê da û di parvekirina xwe de ev gotin anîn zimên:
"Ez li hemberî kuştina jinekê bêdeng nemam.
Ji bo ku ez bertekê nîşanî kuştina jinan û tundiyê bidim, min porê xwe hûna. Bedela wê jî ji bo min bû pîşeya min.
Heqê min heram be..."
Hatibû desteserkirin
Çi bûbû?
Di dema êrişên komên çekdar ên girêdayî Birêvebiriya Şamê yên li Rojavayê Kurdistanê de, endamekî komeke çekdar Ramî Yûsif Deheş (Ramî Haşimî) keziya şervaneke jin a ku canê xwe ji dest dabû jêkiribû.
Ramî Yûsif Deheş vîdeoya vê yekê belav kiribû û ev bûyerê di nava raya giştî de bû sedema nîşandana nerazîbûneke mezin.
Piştî vê yekê jinan li ser medyaya civakî porên xwe hûnabûn û kampanyayeke piştgiriyê dabû destpêkirin.
Ji siyasetmedaran heta rojnamegeran, ji hunermendan heta xebatkarên tenduristiyê gelek kesan piştgirî dabû kampanyayê.
Îkra Avciya ku li nexweşxaneyeke Kocaeliyê dixebitî, piştî posta xwe ya piştgiriyê li ser medyaya civakî bûbû hedefa nijadperestên Tirk.
Ew pişt re bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatibû desteserkirin.
Birêvebiriya Tenduristiyê ya Parêzgeha Kocaeliyê ragihandibû ku li ser Îlra Avciyê him lêpirsîna edlî him jî ya îdarî hatiye destpêkirin.



